'Li ser navê koçberan diziyê dikin'
13:07
JİNHA
AMÛDÊ – Li Amûdê hin kes û komele li ser navê ku dê alîkariya koçberan bikin navan qey dikin û koçberan didin îmzekirin. Koçbera ku zêdî 70 salî kiriye dibje ku ev diyar hin kes li ser navê koçberan diziyê dikin.
Dayîka bi navê Xanim Ehmed ku temenê wê bû ye zêdeî 70 salî, ji ber şer û pevçûnên li Helebê salek berê tevlî malbata xwe koçî bajarê Amûdê kiriye. Dayîk Xanim, dibêje ev demek hin kes li ser navê alîkariyê navê wan qeyd dikin û wan didin îmze kirin. Dayîk Xatûn dibêje ku diyar hin komele û kesayet li ser navê koçberan diziyê dikin.
Dayîk Xanim Ehmed niha li Amûdê tevlî keça xwe, kurê xwe û 5 zarokên kurê wê bi gelek koçberê din di dibistanekê de jiyan dikin.
Mala Gel a Amûdê dema dayîk Xatûn hate bajrê alîkariya wan kir û di dibistanê de cih ji wan re peyda kir. Her wiha li gorî derfet û îmkanên xwe alîkariya wan kirin.
Di van rewşên zehmet ku Xanim û malbata xwe jiyan dikin hin alî di bin navê ku dê alîkariyê bi wan re bikin navên wan qeyd dikin û wan li ser belgeyên ku nizanin çine didin îmzekirin.
Dayîk Xanim got ku pirşî meheke wan li Amûdê qediya komeleya xêran a Amûdê hat cem wan û hesîrek da wan. Dayîk Xatûn, da zanîn ku çend roj berê jinek ciwan hatiye gel wan û îda kiriye ku dê alîkariya ji wan re ji Hewlêrê bîne. Dayîk Xatûn, destnîşan kir jina behsa mijarê wan li ser belgeyên ku nizane çi di wan de hatiye nivîsandin îmze kir û navê wan li gel xwe qeyd kir.
Dayîk Xatûn got ku zilamekî din jî li ser navê komeleya xêrxwaziyê hatiye û navê hemû koçberên di dibistanê de qey kiriye û îda kiriye ku dê alîkariya koçberan bikin.
Dayîk Xatûn pirsyar kir û got:'' Tevlî xizaniyên me yên jiyanî ev kesê navê me qeyd dikin di bin navê dê aliya me bikin henekê xwe bi me dikin, her demekê navê me qeyd dikin. Diyare ev kes û rêxistin li ser navê me diziyê dikin.''
(ie)
