Navenda Jinan a Zîlanê pêvajoyek nû de despêkirin
13:11
Mîzgîn Tabû/JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê Navenda Şêwirmendiya Jinan a Zîlanê girêdayî jinan xebatên xwe dikin û bi gelek pirsgirêkên jinan re mûjûl dibin. Ayfer Şahîn ya ku bidil li Navenda Şêwirmendiya Jinan a Zîlanê dixebite diyarkir ku di nava malbatan de girêdayî şideta li ser jinê wan xwe gihand gelek jinan û got: "Emê bi jinan re li ser mijarên weke civaka cinsî, têgiha namûsê, di temenê zaroktiyê de zewicandin, jin kiye biaxivin. Ev xebatane dê di biniya navendê de weke kurs û atolye bên dayîn."
Li Şirnexê ev demek dirêje di biniya Navenda Şêwirmendiya Jinan a Zîlanê de girêdayî jinan di gelek aliyan de xebat tên kirin. Ayfer Şahîn a ku dildarî di Navenda Şêwirmendiya Jinan a Zîlanê de dixebite da zanîn ku ev 4 mehin di navendê de xwebatan dimeşînin, bi taybetî Botan hilbijartiye û got: "Sebebê hilbijartina min ya Botanê hîn zêdetir ketina hindirê deroniya jinan, biwan re axaftin, biwan re ji nava malan derketin û çûyîna cihên civakî. Jinên herêma Botanê piranî jiyana xwe di hindirê malê de derbas dikin. Li herêma Botanê di aliyê mitîng, çalakî û şahiyan de piranî jin di pêş de cihê xwe digirin. Lê ev jinane piranî jinên ku temenê wan di navînê denin." Ayfer destnîşankir ku jinên ciwan tevlî tû çalakiyên civakî nabin, ev jî piranî jiber nebûna cihên civakîne.
'Divê jin tevlî jiyana civakî bibin'
Ayfer derbirî ku ew weke Navenda Şêwirmendiya Jinan a Zîlanê gelek xebatên girêdayî jinan hene we bikin û wiha domand: "Li navenda Şirnexê kursek ku jin biçinê nîne. Weke navend divê em pêşiya van vekin. Jinên ku gelek tişt jiyane hene lê navendên ku vana têde bîne ziman nîne. Nimune em bêjin jinekê gelek tişt jiyankiriye lê vana nayîne ziman. Emê li jinan bigerin hewilbidin ku ew pirsgirêkên xwe bînin ziman û bibin xwediyê zanînekî wiha, dema ku rastî pirsgirêkên weke îstismara zarokan, tacîz û tecawîz bên bikarin bên ji mere bêjin. Emê bi hevre pirsgirêkên bi vî awayî çareser bikin."
'Şideta ku jin dijî nayîne ziman'
Ayfer balkişand li ser kêmbûn navendên xebatên jinan û wiha bilêvkir: "Cihên ku fikrê fewdalîzmê lê hakim xebatên jinan yên derve asteng dikin. Nêzîkatiyên weke tenê jin 'di nava malê de dikarin bixebitin, li zarokan binêrin' hene. Li gorî vê rewşê jin dibe koleyê bê muçe. Li vêderê dikare şidet li jinan bê kirin. Gelek jin rastî şidetê tên, lê jin bi tu awayî vana parvenake û bilêvnake. Jinên ku rastî şidetê tên piranî xwe ji vegotina wê şidetê vedidin û nabêjin. Ji ber van sedeman weke navend divê em xwe bigihînin gelek jinan. Ji bo ku jinên ku rastî şidetê tên bikarin vebêjin û bibin xwediyê binhişiyek wiha bi rehetî bikarin ser de biçin." Ayfer destnîşankir ku li Şirnexê zewaca bihewî pire û ev awayê zewacê jî zêdetir dibe sedema şideta li ser jinan.
'Jinên ku çareseriyê nabînin disa berê xwe didin qada tundiyê'
Ayfer diyar kir ku ji ber zewaca bi hewî diyare ku jin pisgirêkan dijîn û tên navendê pirsgirêkên xwe vedibêjin û wiha axifî: "Li gorî ku rastî şidetê jî tên cardin jî dixwazin li mal û hevserê xwe bizivirin. Em jî dibêjin ev ne çareseriye û dema ku vegere malê cardin dê rastî şidetê bên. Dixwaze dev ji hevserê xwe berde lê naxwaze vegere mala bavê xwe. Ji ber vê jî cardin vedigere mala ku şidet dîtiye. Di herêmê de pir kêm cutên ku hev berdane hene. Jin pir bi zorê tê berdan. Heta ku bê rewşekî pir xirab û qet nikarin tuştekê bikin bi vî rengî jin dikare serî li cihên berdanê bidin. Heta ku rewşa jinan digihe ber mirinê wê demê dikarin bên berdan. Ji ber van sademan jin cihên ku lê şidetê dibînin neçar dimînin cardin vegerin li wan cihan."
'Bi zarokatî dizewicînin'
Ayfer balkişand ser zewaca zaroktî û wiha got: "Li Şirnexê di temenê pir biçûk de zewicandin heye. Pir zarokên keç yên ku hîna negihiştine temenê 18'e saliyê zewicîne. Piraniya wan bi zora malbatê hatine zewicandin. Em çawa nêzî vê zewaca di temenê biçûk de bibin. Niha yek ji pirsgirêkên herî mezin û divê em li ser rawestin. Ji ber di temenê biçuk de tên zewicandin û dibin xwedî zarok. Lê em li ber vê re jî derbas nabin. Pirsgirêkên bi vî awayî pir zu nagihin me. Ji ber buyerên bi vî awayî dereng ronî dibin û dereng em pêdihesin. Wêdemê birastî jî em ji nav dernakevin."
'Emê perwerdeya cinsiyeta civakî bidin'
Ayfer derbirî ku ew dê van pirsgirêkên jinan li ber çavan bigirin û bivî awayî dest bi xebatînên xwe bikin û wiha domand: "Emê qursan vekin. Emê xebatên xwe yên atolyeyan bidin despêkirin. Emê mijarên girêdayî jinan, perwerdeya cinsiyeta civakî, namus çiye?, di temenê zaroktiyê de zewac, jin kiye û çiye? nîqaş bikin. Ez pêşiniyar dikim ku ji bo mijarên wiha piranî jinên ciwan tevlîbibin. Ji ber di temenekî pir biçuk de wan di zewicînin. Emê li ser pirsgirêk û êşên zewicîna di temenê biçuk de bidin têgihiştin. Li hemberî van mijarên weke di temenê biçuk de zewicandinê em dikarin çî bikin û bi wana bidin têgihandin. Bi awayê atolye ev cure perwerdeyane bên dayîn, herî kêm dê binhişiyek wiha bi wan re bide çêkirin ku di temenê biçuk de ne zewicin."
(zt/mae)

