Gundê Meriyem hat rizgarkirin

14:37

JINHA

EFRÎN - Gundên Meriyemîn û Anab ên Efrînê ji çeteyan hatin paqijkirin.

Şervanên YPG û YPJ'ê êrîşên çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam, Cund El-Aksa û DAIŞ’ê yên li dijî gundên Meriyemîn û Anab ên Efrînê şikandin û herêm ji çeteyan hate rizgarkirin. Êrîşa komên çeteyan ku şevê din destpê kiribû, ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve bi awayekî tund hate bersivandin. Di encama bersivdayînê de êrîşa çeteyan hate şikandin.

Li derdora gundê Meriyemîn hîna şer berdewame.

(zt)