Sala 2013'an bi cînayetên jinan qediya

15:18

 


JINHA


ISPARTA - Musa Gule ê 3 mehin doza hevberdana hevsera wî didome û ji ber deynê xwe yê nefeqatê neda mehaneya wî hat hecizkirin ewil hevsera xwe Ayşe Guzel qetil kir û piştre întîhar kir.


Musa Guzel ê 63 salî ku teqawît bûye û li Navçeya Yalvaçê ya Spartayê dijî, ji ber ku 3 mehin doza wî ya berdanê didome û mehaneya wî hatiye hacizkirin ewil hevsera xwe ya 67 salî Ayşe Guzel kuşt û piştre întîhar kir.


Li gorî hat îdiakirin ku herdu cohtên ku 46 salan zewicî man û xwediyê 4 zarokanin, kurê wan Nîhat Guzelê 30 salî, berî niha 5 salan qezayek debaskir û pişî qezayê jiyana xwe bi erebeya bitekele didomîne. Ji ber qezayê Nîhat Guzel 175 hezar tazmînat girt. Ji bo ku bavê wî paya xwe ji wan peran bigire li gel kurê xwe Nîhat û hevsera xwe nîqaşkir. Musa Guzel ji ber pere negirt sê sal berê kurê xwe û hevsera xwe ji malê derxist. Ji ber vê sedemê Ayşe Guzel sala 2011'an doza hevberdanê vekir.


Ayşe Guzel diyarkir ku we cuda dijîn û doza wan di dome, taleb nefeqatê dike. Di dadgehê de Musa Guzel di mehê de 350 lîre nefaqat di da biryara navberdanê girt. Ji ber Musa Guzel nefaqat nedida, Ayşe Guzel meha derbasbûyî serî li dadgehê de, hevserê wê yê teqawiyê Bag - Kur ê haciz kir. Musa Guzel yê ku ne dikarî ji banqê muçeyê xwe bigire û zanî hevsera wî muçeyê wî hacîz kiriye. Bi tifenga xwe ya nêçîrê êrîşî mala ku hevsera wî lê bû kir. Musa Guzel bi wesayîta ku pilaqeya wê 46 LF 402 bû hatiye, xwest hevsera xwe li ber derî haciz bigire.  Dema ku Musa Guzel bersiva nerênî girt bi mesafeyek nêzîk bi her du destan sîleh girt û  hevsera xwe gulebaran kir. Di piştê de li hevsera xwe xist û kuşt. Dema ku Ayşe Guzel di nava xwînê de li erdê gevizî, Musa Guzel heman sîleh xist bin çeneya xwe û xwe kuşt.


Dozger û cenderme ji bo lêkolînê cenazeyê her duyan rakirin morga dewletê ya Yalvaç ê.


(zt)