ROJEVA 30 YÊ MIJDARA 2015'AN A JINHA YÊ

09:44

*Hevseroka HDP'a Stenbolê Ayşe Erdem bertek nîşanî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi da û got: "Dê tekoşîna me berdewam bike û dengê me hîn zêdetir bihêz derkeve." Ji Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê Perihan Akbulut jî wiha got: "Divê em xwe wiha birêxistin bikin ku ev bibe mirina dawiyê."

*Berxwedêrek komunist a ku cihê xwe di nava refên berxwedana Şerê Cîhanê yê 2'emîn de girtî "Keça Por Zer" (Hannie Schaft). Hannie canê xwe di ber tekoşîna wê bawer dikir de da. Hannie li Holandayê di nava karwanê jinên bicesaret ên di tekoşîna anti-faşist cîh girtî de navê xwe kolaye.

*Seroka Sendîkaya Piştevaniya Kedkaran Mahînur Şahbaz got: "Çiqas kedkar xizan bibin civak jî pêre xizan dibin. Ewlehiya pîrbûnê divê bi mafê kedê karkeran bê parastin. Divê reforma ewlehiya civakî bê betal kirin. Ji ber ku reform mafên bi destketî paşve dibe û adeleta civakî lewaz dike. Ewlehiya tu kedkar li Tirkiyê tune ye."