Endama Meclîsa Jin ya Rojbîn ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da

10:12

JINHA

HAMBÛRG - Welatparêza Kurd Hediye Marhan a ku li bajarê Elmanya Hambûrgê diçû çalakiyê, roja Şemiyê qezaya trafîkê derbas kir. Hediye duh jiyana xwe ji dest da.

Endama Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê Hediye Marhan, roja Şemiyê ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê û bîranîna Tahîr Elçî, diçû çalakiyê lê qeza derbas kir. Hediye a di qezayê de birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê bi rêya medya civakî peyamek weşand û diyar kir ku Hediye a bi salên dûr û dirêj têkoşiya, jiyana xwe ji dest da. Di peyamê de ji bo Hediye wiha hat gotin, "Em ê te her tim bi vî rengî bibîr bînin. Hevrêya me ya zindî û xwedî dilekî bedew..."

(rc)