Komuna Jinan a Ekîn Wan ava bû

10:13

JINHA

CHÛR - Li Chûrê Komuna Jinan a Ekîn Wan ava bû. Di civîna damezrandinê de biryar hat dayîn ku xebatek li gorî ruhê pêvajoya nû were meşandin.

Li Kantona Chûr a Swîsreyê, jinên Kurd ên ku demeke dirêj e weke komîsyon dixebite, bi civînekê re ragihandin ku wan Komuna Jinan a Ekîn Wan ava kirine. Komun wê bi komîsyonên Dayikên Aştiyê, Rêxistinbûyîn û PYD'ê bixebite. Ji bo berdevkiya komuna ji 16 kesan Fîdan Çalişkan, Nûran Yîgît û Wensa Xanê hatin wezîfedarkirin. Di civîna damezrandinê de biryar hat dayîn ku xebatek li gorî ruhê pêvajoya nû were meşandin.

(rc)