'Sakîne dengê serhildana gelane'
18:58
JINHA
AMED - DOKH, ji bo 3'ê jinên siyasetvan ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, di 9'ê çile de li Parîsê hatîn qetilkirin dê derkevin qadan û qirkirina jinan pirotesto bikin. Aktîvîsta DOKH'ê Sakîne Kayran diyar kir ku ji roja yekê çile heta salvegera roja qirkirinê 9'ê çile dê li qadan bin û çalakiyên pirotestokirinê bidomînin û wiha got: "Qirkirina Parîsê ji aliyê yên ku azadiya gelan naxwazin ve pêkhatiye û êrîşek li tember îradeya gelane. Yên ku qirkirin pêkanîne nikarin bi tehdîdên qirkirinê jinan ji tekoşîna azadiyê durbixin. Heval Sakîne nirxê gelê kurd e. Sakîne dengê serhildana gelane. Em dê girêdayî bîranînên wê bimînin. Em dê rolê wê yê di pêvajoya şoreşa jinê de ji bo civaka azad berdewambikin. Em bang li tevayî gel dikin tevlî çalakiyên qirkirinê bibin. Emê derkevin qadan û ji bo qirkirina jinan bêjin bese û dengê xwe bilind bikin."
Rêxistina Azad û Demokratîk a Jinan (DOKH) biryar girtibûn ku roja 9'ê çile ku 3'ê siyasetvanên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku hatin qetilkirin dakevin qadan û têkoşînê bilind bikin. Aktîvîsta DOKH'ê Sakîne balkişand li der faîlên ku ji aliyê hikûmeta Firansa ve hîna nehatî ronîkirin û bi armanca pirotestokirina qirkirina li hemberî nasnameya jinan hatî kirin bang li hemû jinan dikin wê rojê dakevin qadan û wiha got: "9'ê çile birîneke ku di dilê hemû jinan de vebûye. Di wê rojê de li hemberî hemû jinan, nasnameya jinan û azadiya wan êrîşek pêk hatiye. Hêzên ku ev qirkirin pêkaniyîn, qompiloyeke li hemberî dîrok û komkirina 40 salan ya gelê kurd, di kesayeta jinê de li hemberî hewldanên azadiyê yên gelekê kirin. Sakîne Cansiz di dîroka Tekoşîna Azadiyê de ya despêkê ye. Sakîna Cansiz ji bo li hemberî koletî û dashlatiyê bisekine weke jinek tevlî Tekoşînê bû. Yên ku li Parîsê qirkirin pêkanîn bawerdikirin ku dê bi qirkirinan bikarin Tekoşîna Jinan biçewisînin. Me li tevahiya dunyayê ev hêzên ku qirkirin pêkaninyin vale derxistin û emê tekoşîna xwe bidomînin. Em bang li hemû jinan dikin bila tevlî çalakiyên pirotestokirina qirkirinê bibin."
'9'ê çile birîneke ku di dilê hemû jinan de vebûye'
Sakîne diyar kir ku li gorî ev salek li ser bûyerê re derbasbû jî hîna bûyer nehatiye ronîkirin û wiha pêde çû: "Ji ber vê jî divê jin bi tevayî derkevin qadan û êrîşa ku li hemberî nasnameya jinan hatî kirin pirotesto bikin. Yên ku qirkirina Parîsê pêkanîne yên ku azadaya gelan naxwazin û êrîşek li hemberî îradeya gelan pêk anîne. Hêzên ku qirkirin pêkanîne, qompiloyek li hemberî dîrok û komkirina 40 salan ya gelê kurd û di kesayeta jinê de êrîşeke li hemberî talebên gelekê yên azadiyê. Bi tehdîdên qirkirinê jin ji Tekoşîna Azadiyê dur nakevin. 9'ê çile birîneke ku di dilê hemû jinan de vebûye. Ji ber Sakîne dengê şoreşa gelane. Sekneke li hemberî qirkirinên Dêrsim û Mereşê jî. Emê girêdayî bîranînên wê bimînin emê rolê wê yê di pêvajoya şoreşa jinan de ji bo civaka azad bidomînin."
Ji 1'ê çile heta 9'ê çile dê jin li qadan bin
Sakîne got: "Em vê êrîşa li ser jinan hatî kirin napejirînin. Ji ber vê ji ji 1'ê çile heta 9'ê çile emê li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê di qadan de li hemberî qirkirinê bertekên xwe bînin ziman. Emê jiyana Sakîna, Fîdan û Leyla bi sînevizyun û panelan ji jinan re vebêjin. Di vê herkes salên wan yên têr û tijî di nava tekoşînê de bizanin. Emê li cihên weke Stenbol, İzmîr û Enqerê bimeşin li ber deriyê Konsolosxaneyên Firansa û hesabê qirkirinê bipirsin. Emê li Mêrsînê gora Leyla, li Dêrsimê gara Sakîne û li Mereşê jî gora Fîdan ziyaret bikin. Emê di 9'ê çile de di kesayeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hemû hevalên xwe yên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin. Di nava çalakiyên vê hefteyê de emê Sema Yucel ya ku li bajarê Agiriyê tevlî nava refên tekoşînê bûyî, paşê jî Jiyana xwe ji dest dayî û li Amedê jî ji bo Zekiye Alkan bên bahev û wan bibîr bînin."
Qampanyeya 'Jina Azad û Netewa Demokratîk'
Sakîne, da zanîn ku di 9'ê çile de dê dest bi qampanyeya "Jina Azad û Netewa Demokratîk" bikin. Sakîne destnîşankir ku ji ber civak azad nebe, dê civak nikare demokratîk bibe wan ev qempanyeye daye despêkirin. Sakîne balkişand li ser qempanyayê û ji bo şoreşa jinê qempanya weke pêdiviyekê dît û wiha got: "Di heman demê de yên ku qirkirina Parîsê kirîn bizanin ku piraniya jinên kurd li hemberî wan di berxwedanêdenin. Ji niha û şonde bi ronîbûna jinan emê xebatên xwe bidomînin. Em li vêderê bang li hemû jinan dikîn, li hemberî vê qirkirinê dakevin qadan û ji bo protestokirinê dengê xwe bilind bikin."
(zt/mae)

