ROJEVA 01'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

08:38

*Jinên li Navenda Çand û Hunera Nûda ya Wanê qursa çand û hunerê dibînin eleqeyek mezin nîşanê muzîk û tembûrê didin. Jina bi navê Dîlan Işik ya ku ev çend mehe waneya muzîk tembûrê dibîne diyar kir ku muzîk ew e û ew jî muzîk e.

*Li gorî daneyên Wexfa Şêwirmendiya Jinan şideta ser jinan di nava malê de hemû binpêkirinên mafê mirovan yên zayendî, tindî, tehdîd, derunî, aborî û fîzîkî digirin nava xwe.

*Şaredariya Erdîşê xebata jinan li dora kedê civandinê berdewam dike. Jin li Atolaya Ked a Jinan qursa hunerê dest û makîneyên neqişa dibînin û perwerdê vediguherînin kedê. Nîhayet Çelîk diyar kir ku armanca wan ne tenê pere qezenç kirine, di heman demê de bi jinan pîşe dayîna qezenç kirine û di warê civakî û aborî de pêşxistine.

*Dr. Zeynep Turkyilmaz ser qirkirina Dêrsimê ya 1938'an, di wê de jî ser jin û zarokên keç lêkolîn kiriye. Zeynep polîtîkaya dewletê ser Dêrsimê wiha nirxand: "Fikirîn dê tirkbûnê bi rêya zarokên keç û dayîkan têxin hindirê Dêrsimê."