ROJEVA 02'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:01

*Rojnamegera Pakistanî Rukhsana Aslam a ku li Yeni Zelandayê rojnamegeriya aştiyê kirî di derbarê êrîşên ser Kurdistanê berdewam diki de wiha axivî: "Ez weke yekî ji Yeni Zelandayê çî bipirsim kême, ji ber divê gelên li Tirkiyê bersiva vê bidin. Ezê li Pakistan û Tirkiyê hemberî vê derkevim."

*Jinên Wanê bertek nîşanî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi dan û gotin: "Tahir Elçiyek biçe, dê hezar Tahir Elçi bên." Jinan dan zanîn ku gelê kurd bi salane li hemberî qirkirinan li ber xwe dide.

*Piştî bombakirina Ozgur Ulke yê 21 sal derbasbû. Rojnamegerên jinên peyîwira hevalên xwe girtine û 21 salin wê xebatê berdewam dikin gotin: "Ji bo em hesabê hevalên xwe bipirsin em li vêderêne. Rojnamegerên muxalîf û ciwanên li rupelên dîrokê dinêrin baştir vî karî bi hirs dikin. Weke 21 sal berê dibin her şert û mercan de emê rastiyan bigihînin gel."