Sembola Destana 3'ê jinên siyasetmendar Sakîne , Fîdan, Leyla....
15:34
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - 3'ê jinên siyasetmedar yên ku navên xwe di tevgera jinên cîhanê de kolane, Sakîne, Leyla û Fîdan... Salek li ser qirkirina ku li paytexta Firansa Parîsê rudabû re derbas bû. Sal bêyî van 3'ê jinên tekoşer û berxwedanvan hat pêşewazîkirin. Gelê kurd yên ku di ferqa wêdene û qirkirin di hemandemê de li hemberî xwe hîskirine, ji bo 3'ê jinên siyasetmendar hêjî li ser linga nin.
3'ê jinên siyasetmedar yên ku navên xwe di tevgera jinên cîhanê de kolane Sakîne, Leyla û Fîdan... Yek ji Qadroyên pêşengên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), nunera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewrupayê Leyla Şaylemez (Ronahî) ... Ev 3'ê jinên siyasetmendar bi salane li Ewrupa hem ji bo nasnameya kurdan û hem jî ji bo nasnameya jinan tekoşîn dane. Êrîşkarên kujer yên ku herdem dixwazin dîrok û tekoşîna gelê kurd di bin sîberê de bihêlin, bûn sebeba sala 2013'an bi nebûna 3'ê jinan despêbike. Di 9'ê çileya sala 2013'an de di mala xwe de rastî êrîşa çekdarî hatin û hatin qetilkirin. Girêdayê qirkirin li ser 3'ê jinên siyasetmendar pêkhatî her çiqasî rê li ber gelek nîqaşên bê esil, ne bihêz vekiribe jî, gelê kurd û taybetî jî jinên kurd di ferqa wê de bûn ku di hemandemê de qirkirin li hemberî wan pêk hatiye.Li paytexta Firansa di 9'ê çileya sala 2013'an roja çarşemê şahidiya qirkirina 3'ê jinên azad Sakîne, Leyla û Fîdan kir. Hat diyarkirin ku qirkirin bi xwinsarî û pîlankirî pêkhatiye. Faîlên rastî hêj di bêdengiyê de veşartîne. Gelê kurd û bi taybetî jî jinên kurd yên ku ji qirkirinê pir bi hêrsin, ji ber sê jinên siyasetmendar hêjî li ser linganin...
Portreya jinek berxwedan van: Sakîne Cansiz
Sakîne di sala 1958'an de li Dêrsimê hatiye dinê. Di tevayî jiyana xwe de ji bo azadiya nasnameya kurdîtî, jinbû û elewîtiyê tekoşîn deye û di dîroka jinan de îmza avêtiye binê gelek rêgezan. Sakîne yek ji 8 zarokên malbatê ye û di temenê biçuk de "tekoşîna şoreşgerî" nas kiriye. Sakîne ya ku di malekî nêzî ya xwe de jiyan dikir û paşê jî ji tarzê jiyana hevaltiyê bandor dibe. Di pêvajoyek ku lêgerên şoreşgerî pir de yên ku bi navê "ciwan" dihatin naskirin bi tesadufekê tevlî PKK'ê bû. Sakîne li ser jiyan xwe ya berî tevlîbûna tekoşîna azadiyê de wiha dibêje: "Di salên 70'ên de em biçuk bûn lê bi bûyera Denizan, bûyera Kızıldere em bandor bûn. Li ser van mijaran di Dêrsimê de pêkutiyên zêde hemûn. Li hemberî şoreşgeran, Serokên şoreşgeran û mirovên gernas pir bixwîngermî nêz dibûn."
Ji bo Sakîne hertişt tekoşîn û rêxistin bû
Nêzîkatiya Sakîne tekoşînkirinê we bi rêxistinê ve dida girêdan. Çalakbûna salên xwe yên tekoşînê bikinasî wiha vedibêje: "Di demekî kin de tevgera me hat rewşa hêzekî siyasî. Di salên 1975, 76, 77'an de rêxistina ciwanan derbas kir. Di van mijaran de hem li hemberê çêkerên fewdalî - eşîrî û hem jî li hemberî nijatperestiya şoven a civakî tekoşîna me dihat rojevê."
Sakîne dema ku li Çewlik û Xerpêtê tekoşên dimeşand hat girtin. Di 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Leşkeri ya Amedê wê jî weke hevalên dinê liber xwe dida. Li hemberî zilmê bi tu awayî qet serê xwe netewand li girtîgehê de tekoşîna xwe di domand. Sakîne bi gotinên "Hewila azadiyê, hewila mirov bûnêye" nêzîkatiyên azadiyê bi nav dikir. Ji ber Rêxistina PKK'ê nêzîkatiya li mirov û azadiyê ye van gotinan bikar tîne: "Ev rêxistin hîtabê cewherê mirovan dike. Rêxistin dedikeve cewherê mirov û mirovbûnê, bûye rêxistina mirovbûnê. Hemû nîqaşên me, perwerdeyên me yên despêkê, axaftinên me yên despêkê wiha bûn. Dima ku heval di peyîvîn, îdeolojî dinirxandin, bimirovbûnê despê dikirin. Mirovahî di kîjan rewşê dene, hebûna mirov ya despêkê, pêvajoya ku mirovahî di nav de derbas bûyî, bi nirxên mirovahiyê despê dikirin. Di van mijaran de qerekterê sîstema deshilatdar, pir aşkire radixist ber çavan. Dema ku qerekterê sîstema deshilatdar radixist ber çavan, di heman demê de rastiya me ya civakî jî pir bi zelalî radixit ber çavan."
'Gotina dîroka mirovahiyê, gotina dîroka jinê ye'
Rêxistina PKK'ê ya ku Sakîne bi xwe jî yek ji damezrênerê wê ye, pêvajoya civakîbûnê û di nav de cihê jinê bi van gotinan tîne ziman: "Tenê têgihên perçiqandin û mitîngerkirina gelan bikar nedi anîn. Li gel dîroka mirovahiyê dîroka Kurdistanê jî tanîn ziman. Weke parçeyek ji dîroka mirovahiyê kurd hene û di demên dawî de mirovahî di kesayeta kurdan de evqas ketiye, paşde maye û zilmê dibîne. Di kesayeta gel kurd de ya ku tê jiyan kirin di heman demê de mirovahiyê jiyan kirinye. Ev dinav hevdebûn, divê mirov hemû pêvajoyên dîrokî li ber çavan re derbas bike, ji nû ve binirxîne, rêbazekî nû ya nêzîkatiya li dîrokê, bêyî ku kes ji me di ferqê debe em pir biyanî bûne, pir durketine. Lê cewherê me weke rastiya zanînan danîna holê rastî eleqeyeke mezin hat û ew cewher ji xwe cewherê jinan bûn. Despêka dîroka mirovahiyê jin bûne. Dîroka mirovahiyê bi hêza hilberîna jinan hatiye avakirin. Dîsan jî mirovahî bi jinan wenda dikin. Bi şideta li ser jinan newekheviya despêkê despê kir. Despêka malbûyînê cardin bi jin weke mal karanînê despê kir. Restiya sîstemê bivî awayî derket holê. Rêxistin jî cewherê jinan derdixe, hîtabî jinan dike. Dîroka Kurdistanê dîroka jînê ye. Ji ber vê jî rastî eleqeyekî mezin hat. Jinên ku di nava lêgerînan debûn ev rêxistin dîtin û ketin navê. Di vê wateyê de zehmet nebû. Tekoşîna di Kurdistanê de, derketinek şoreşgerî ya bi vî awayî bi jinan despêkirin, tevlîkirina jinan karekî zor bû. Lê ev gavên zor bi xwe re awayên serkeftî anîn. Dema ku em diketin herêmekê bi terzê Serokatiyê, îdeolojiya wî, taybetiyên wî bandor kiriye. Nêzîkatiyên kesanî û pîvanên kesanî yên ji bo civakê hatine danîn bandor nedikirin."
Li her derê jin bi rêxistin kir
Sakîne, piştî bi PKK'ê re hat nasîn, di serî de ji malbata xwe dest pê kir û çû ku jin birêxistin kir. Li her derê dest bi şerê civakî kir û bawerî û fikra xwe bi înadek mezin parat û da qebûlkirin. Şerê bawerî û bîrdoziya xwe da. Ji vê felsefeya xwe têxe jiyanê, li Îzmirê bi kedek mezin û erzan li fabrîqeya meşrubatê û atolyeya konfeksiyonê xebitî. Armanca Sakinê ew bû ku jinên kedkar ên li fabriqeyan û atolyeyan dixebitin wan zane, hişyar û bi rêxistin bikin. Li her dera ku lê xebitî, bi sekn û jiyana xwe jin birêxistin kirin. Bi sekn û dîsîplîna xwe gelek jinên ciwan birêxistin kir. Bi jinan eleqeder bû, ew di qada bîrdozî û siyasî de xurt kirin.
Sakîne, piştî tev li PKK'ê bû, her çend hêjmara jinên li nava PKK'ê kêm bûn jî bi awayekî çalak tev li xebatê bû. Sakine, her tem bi tevlêbûnek xurt û vînek mezin li dijî feraseta şaş têkoşîn da. Sakine, di sala 1980’an de ji endamtiya navendî û sazûmankariyê hat darizandin. Di dîrokê de yekem jina kurd ku îfade da tev li dîrokê bû.
Sakine ku çîorak weki destanê nivîsand, li Parîsê li gel Fidan û Leyla li malê hatin qetilkirin.
Fîdan Dogan kîye?
Nûnera Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fidan Dogan jî di qada diplomasiyê cihekî girîng girtibû. Îmze avêt bin gelek xebatên girîng. Fidan di 17'ê Çileya 1982'an de li Navçeya Elbîstanê ya Gurgumê ji dayik bû. Li Fransayayê il gel malbata xwe jiya. Fidan, li Strasburgê perwerdehiya xwe xelas kir. Ji ber malbata xwe ya welatparêz di zarokatiya xwe de bi têkoşîna Neteweya Kurd re hat nasîn. Fidan, di nava tevgera ciwanan û jinan de bi awayekî çalak cih girt. Di nava xebatên Kongreya Neteweya Kurdistanê de bi awayekî çalak cih girt. Fidan, di 9'ê Çileya 2013'an de bi awayekî hovane hat qetilkirin...
Leyla Şaylemez bi ruhê ciwahî ket rêya bêdawî…
Yek ji cina kurd, ciwan û siyasetmedar ku li Parîsê hat qetilkirin jî Leyla Şaylemez bû. Leyla jî di 1'ê Çileya 1989'an de li Mersinê ji dayik bû. Malbata wê ji ji Navçeya Lice ya Amedê ye. Malbata wê ji ber buyerên siyasî koçî Mêrsînê kir. 16 salin tev li siyasetê bûye. 16 salin li Almanya di nava siyasetê de çalak dixebitî. Leyla hêj 10 salî bû dibistana xwe li vir berdewam kir. Piştî demekê di nava xebatên candê de çalak dixebite. Di nava xebatên folklorê yên Komeleya Çanda Kurdan de cih digire. Leyla, gelek caran di xebatên çandê yên folklorê de derdikeve ser dikê û mirol dide.
Di sala 2010'an de tev li PKK’ê bû. Piştî 2 salan ji ber nexweşiyek xwe dîsa derbasî Ewropayê bû. Leyla Şaylemez, bi awayekî çalak di nava xebatên ciwanan û siyasetê de cih girt. Herî dawî di nava xebatên Ciwanan ên Kurd de li Ewropayê cih girt. Leyla ji wekî hevalê xwe yên jin bi awayekî hovane hat qetilkirin.
(zt)

