Li Dusseldorfê ji bo sê jinan çalakiya edaletê

15:01

JINHA

DUSSELDORF - Ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê didome.

Li pêşiya Konsolosxaneya Fransa ya bajarê Duseldorf a Elmanya ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê didome. Çalakiya vê hefteyê bi tevlîbûna Navenda Civaka Demokratîk a Monchenglatbach pêk hat. Bi rûşmên Elmanî û Fransî yên “Qatil Erdogan”, “Faşîst Erdogan hevkar Fransa”, “Jin Jiyan Azadî”, “Sara Rojbîn Ronahî” hatin gotin. Çalakvanan bi tilîlî û fîtikan bal kişandin, belavok belav kirin.

(rc)