Li Amedê jinan sitarta 'hilbijartinan' da
18:31
JINHA
AMED - Li Amedê Meclisa Jinên BDP'ê ya Amedê, berendamên şaredariyan yên Amedê, berendamên hevserokan, saziyên rêxistinên jinan ên bajêr civîyan. Li ser mijarên "di hilbijartinên herêmî de xwestek û hêviyên jinan" civîn hatin li darxistin. Di civînê de endama Meclisa Jinên BDP'ê Nazile Tursun axifî û wiha got: "Heta qatîlên qirkirina 9'ê çile dernekevin holê emê tekoşîna wê bidin. Em soza bilindkirina tekoşîna Sakîne, Fîdan û Leyla didin, emê îro li vê derê sitarta xwe ya hilbijartinan bidin."
Meclisa Jinên BDP'ê rêzecivînên li ser mijarên "Di hilbijartinên herêmî de xwestek û hêviyên jinan" hatin li darxistin. Civîna ku li Şaxa Jinan a Ekîn Ceren ê hat li darxistin, Namzeta Şaredariya Bajarêmezin a Amedê Gultan Kişanak, têkela DOKH'ê, Saziyên civakî, Şaredarên jin, li gel endamên şaredariyan û endamên hevserokan tevlîbûn. Di civînê de endama Meclisa Jinên BDP'ê Nazile Tursun balkişand ser qirkirina ku li Parîsê li ser 3'ê siyasetmendarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêkhatî hêj faîlên wan diyar nebûne û wiha got: "Hêzên li piş qirkirinê diyarnebûne. Heta qirkirina 9'ê çile neyê ronîkirin emê tekoşîna wê bidin. Em soza bilind kirina tekoışîna Sakîne, Fîdan û Leyla didin û îro li vê derê sitarta xwe ya hilbijartinan didin."
'Emê bi angaştekî mezin a jinan bikevin hilbijartinan
Piştî Nazile Berendama Şaredariya Bajarêmezin a Amedê Gulten Kişanak axifî, diyarkir ku ew bi angaştekî mezin a jinan dikevin hilbijartinan û got: "Emê bi sîstema hevserokatiyê, tekoşîna wekhevî û azadiya jinan û biperspektîfên nû dest bipêvajoya nû bikin. Di rêveberên herêmî de binavê ava kirina diferqêde bûna jinan a siyasetê emê bisepînin. Niha em derbazî sîstema hevserokatiyê bûne û vê sîstema hevserokatiyê heya niha berpirsiyariyên çawa afirandiye û çî daye qazanc kirin, emê îro li vê derê nîqaş bikin." Gultan dazanîn ku ew di ferqa berpirsiyarî û cidiyeta giranbûna rêveberiya herêmî a bajarekî wekî Amedê xwediyê mîsyonekî dîrokî û siyasî denin. Gultan destnîşankir ku demdirêje bi siyasetê ve mijul dibe lê Serokatiya Şaredariyê weke mîsyoneke nû dibîne.
'Em bihevre tekoşînê bikin, bihevre serbikevin'
Gultan balkişand li ser rêveberiyên herêmî û wiha domand: "Divê berpirsiyartî di cihê xwe de bê pêkanîn. Emê bi alîkariya we bi ser bikevin. Li Amedê me tekoşîna jinan ji sifrê despê kir û niha rêxistina jinan bûye linê pêş. Ji ber van sedeman me civîna xwe ya yekê bi jinan re pêk anî. Ji bo em dexwaz, xwestek û pêşiniyarên jinan nîqaşbikin, em îro li vê derêne. Me bi sozekî angaşt despê kir. 'Jin Jiyan Amed' me got emê bi hev re bi ser bikevin." Weke jin tenê demê hilbijartinan em bên bahev û şaredarên xwe hilbijêrin na, dîvê em bi hev re têkoşînê bikin û didawiyê de wiha got: "Em bi hev re tekoşîn bikin, bi hev re ser bikevin."
(zt)
