ROJEVA 03'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:30

*Li Wanê çanda çêkirina nanê tenûrê ji aliyê jinan ve tê domandin. Jinên ku di tendûra binê erdê de beramberî mirina xwe nan çêdikin, mêr dibin temaşevan wê. Bişîşka Unîtiya Şewatê a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê Fatma Ozcan derbarê bûyerên şewatê de axivî û wiha got, "Jin di rewşekî ku ji çavan hatine derxistin daye. Derbarê mijarê de em hewl didin tedbîran bigrin û bidin bihîstandin, lê belê divê jin girîngiya vê mijarê fambikin."

*Benazir Butto dixwest weke çemekê azad biherike û bi xwe re her tiştî azad bike. Benazire di nava civaka deshilatiya mêran de serokwezîrî kir û ji bo jinên dinê jî bû çavkaniya îlhamê.

*Qedexeya derketina kolanan li Nisêbînê di roja 5. de didome. Gelê Nisêbînê li hember êrîşan wiha bersiv dan, "Împaratorê tirsê salên borî li Nisêbînê hat bin pê kirin" û gotin ku ew ê ax û warê xwe terk nekin. Jinên Nisêbînê wiha dibêjin: "Xwedî vî axê kevnar ev gele. Ji bo jiyanek bi rûmet, divê em jiyana komînal esas bigrin."

*Di despêka salên 1990'an de ji aliyê dewletê ve li Kurdistanê gelek gund hatin xirakirin. Gundiyên neçar man gundê xwe terikandin li deverên cuda tekoşîna jiyanê didin. Ayten Aydin a ku beriya 24 salan hatî navenda Amedê got: "Bi zorê dê em kiribana cerdevan. Me jî ne pejirand. Ma emê li hember kê û li hember çî bibana cerdevan?"

*Li hember gelê ku xwestiye xwe rêvebibe AKP'ê şerê topyekun daye despêkirin, di vî şerî de 33 zarok, 58 jin bi giştî 250 sivîlan jiyana xwe jidest dane.