ROJEVA 04'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:16

*Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê ji bo bîranîna zarokê bi navê Muhammet Veysel Atilgan li dibisatên seretayî û navîn de pêşbirka wêneyan a bi dirûşmeya “Bi çavê zarokan aştî” da dest pê kirin. Serlêdanên pêşbirkê dê heya 10’ê çileya 2015’an bi dawî bibe.

*Jinên esnaf diyar kirin ku divê jin di nava hilberînê de cih bigre û hilberînê bi xwe biafirînin. Jinan anîn ziman ku li hember zehmetiyên jiyanê divê jin têbikoşe û dev ji têkoşîna xwe bernede.

*Piştî rakirina dorpêça ser Derikê hat zanîn ku tîmên tayîbet dibistana seretayiya Namik Kemal a Taxa Dag a Dêrikê bi awayê karargah xebitandine. Xwendekarên ketin hindirê dibistanê, dema rastî dîwarê qul qulî, şopên xwînê û deriyên şikestî hatin şaşwaz man.

*Akademisyen Betul Yarar di pirtûka xwe ya 'Ruyê Şidetê yê Zayendî' de şêwyên şidetê despêkê ji hiyararşiya newekheviya jin û mêr despêdike, awayê şidetê yê zayendî, bi qasî malbatê têkiliya dewletê bi şidetê re, têkiliya wê bi nijadperestî û militarîzmê re raxistiye berçavan.

*Rêvebera Pêşbirkê Zûbeyde Îçer diyar kir ku, li qadên ku zîhniyeta desthilatdariyê serwere, divê bi rengê jin derkeve pêş û wiha got, "Qadên kesk em ê wek jin dagirin. Hakemtî karek a sebrê ye û divê hêza rêvebirinê hebe. Dema ku min dest bi werzîşê kiribû, nêrînê civakê ên wekî 'tu jineke, tunê çawan derkevî nava komê mêran' bû, nedipejrandin. Girêdana min a li hember werzîşê qalibên civakî a ku li ser min dihat ferz kirin min şikand."

*Dayîka 4 zarokan Saniye Keçeci ya ku piştî erdheja Wanê demekê dibin konan de mayî û paşê jî di malên prefabrik de dijîn diyar kir ku di wan malan de jiyana wê û zarokên wê di metirsiyê dene.