'Qirkirina Parîsê qirkirinek siyasiye'
17:21
Gulşen Koçuk / JINHA
AMED – Alîkara Hevseroka Giştî û Berpirsa Karên Hiqûqê a BDP'ê Parêzer Meral Daniş Beştaş girêdayî lêpirsîna qirkirina 9'ê çile ya sala 2013'an li Parîsê ku di encamê de 3'ê jinên siyasetmendarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatîn qetil kirin de bi kitekit parve kir. Meral diyar kir ku li gorî bi qasî tê xwestin delîl nîne jî cardin dosya bi veşartî tê girtin, tenê belgeyek jî girêdayî mijarê nedane û wiha got: " Qirkirin siyasiye, Tirkiye hem pêvajoya çareseriyê bi tendurustî rêvebirin û hem jî qatîl derxistina holê divê car car nîqaş bikin û îdiayên dewleta parelel bigihînin ronîbûnê. Nêzîkatiya li hemwelatiyên xwe derxistina holê, di aliyê net kirinê de berpirsiyare."
Alîkara Hevseroka Giştî û Berpirsa Karên Hiqûqê Parêzer Meral Daniş Beştaş da zanîn ku li Buroya Enformasyon a Kurdistan a li paytexta Firansa Parîsê di dîroka 9'ê çile ya 2013'an de 3'ê jinên siyasetmendarê kurd hatibûn qetil kirin. Meral destnîşan kir ku bi despêkirina sala nû re jinên kurd bi agahiyek reş a qirkirina Parîsê û bi pêdiviya kirina tekoşînekî nû re ru bi ru man. Meral derbirî ku ev salek li ser jinên kurd û gelê kurd re derbas bû hêj faîl nehatine darezandin û bûyer bi hincetan nehatiye ronîkirin. Meral weke parêzerên malbatan li ser lêpirsîna dozê agahî da. Parêzer Meral diyar kir ku li gorî nediyarîyek nîne jî dîsan jî dosya veşartî tê girtin û li gorî di daxiyanîyên fermî de nayê dîtin weke ek bi navbeyîn kariya Omer Guney hinek delîl hene.
'Qirkirin bi awayekî pîlan kirî kirine'
Parêzer Meral girêdayî bûyera li paytexta Firansa Parîsê di 9'ê çile ya sala 2013'an de rudayî, di encamê de 3'ê siyasetmendarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatîn qetilkirin hiqûqê dimaşînin. Meral diyar kir ku qirkirina ku beriya niha salekê pilankirî pêkhatiye û got: "Li piş vê bûyerê cînayetekî kesanî nîne. Li piş vê bûyerê de hêzên siyasî hene. Di vê bûyerê de tenê bi girtina qatîlekî weke Omer Guney bûyer nayê ronî kirin û ne gengaze. "Meral girêdayî nasnameya jinên ku hatine qetilkirin ji wiha domand: "Ji jinên ku hatî qetilkirin yek ji pêşenga PKK'ê Sakîne Cansiz. Em qala jinekî siyasetmendar û şoreşger ya ku tevahî gelê kurd dinase, rêzdarî nîşan dide û li peyî dimeşe dikîn. Fîdan Dogan jî jinekî siyasetmendar ya ku li Parîsê têkiliyên siyasî bi rêve dibir. Leyla Şaylemez jî jinekî ciwan û siyasetmendare." Parêzer Meral da balkişand li ser pêvajoya ku qirkirin çêbûyî û diyar kir ku Cara yekê di 3'ê yê çile yê de heyetek siyasî çûn Giravê li gel Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û hevdîtin pêk anîn û piştî hevdîtinê 6 rojan qirkirin pêk hat.
'Ji qirkirinê hemû Evrupa berpirse'
Parêzer Meral da zanîn ku ji ber Firansa jî hevkarê vê qirkirinê ye ji berpirsiyariya wê nikare xwe bide alî. Meral diyar kir ku li cihekî weke navenda Buroya Enformasyon a Kurdistan ê ku 24 saetan ji aliyê qemerayên mabesa ve tê lênêrîn, ketin û derketina wê weke navendek siyasî herdem di bin venêrînê dene. Meral destnîşan kir ku ji ber bûyer li Ewrupa çêbûye û ji ber hevpeymana Schengen hemû Ewrupa ji qirkirinê berpirsin. Meral diyar kir ku bi taybetî jî dewleta Firansa û hikûmeta Firansa ji bo ku bûyerê derxînin divê hemû mekanîzmayên xwe bixin nava tevgerê. Parêzer Meral da zanîn ku ji bo derxistina bûyerê Omer Guney beriya qirkirinê 3'ê rojan ketiye Tirkiyê û derketiye û hem jî qetilkirine 3'ê jinên siyasetmendar hemwelatiyê Komara Tirkiyê ye dide diyarkirin ku Tirkiye jî jê berpirsiyare. Meral girêdayî Omer Guney jî wiha got: "Li gorî lêkolînên ku derketî holê hemwelatiyê Tirkiyê ye û berê de li Ewrupa dijî, bi xwe nijadperesteke, keseke ku qet peywendiya wî bi kurdan û tekoşîna kurdan re nîne." Turkiye hem ji bo bi tendurustî pêvajoyê bi rêve bibin, ji bo ku qatîlan derxînin divê dem dem dewleta parelel bigihe îdiayên ronîkirinê. Divê nêzîkatiyên xwe yên li hemberî hemwelatiyên xwe derxînin holê, ji bo netkirinê Tirkiye berpirse. Lê Meral bi bîrxist ku di pêvajoya lêpirsînê de Tirkiye gavek pêşed neçûye.
Dosya hem li Tirkiyeyê, hem li Firansa veşartiye
Meral girêdayî dosyeyê diyar kir ku hem li Firansa û hem li Tirkiye ji bo vebûna dosye yê veşartî dihêlin, girêdayî dosyayê wiha got: "Malbatên jinên ku hatine qetil kirin bi awayekî fermî wekaleta xwe dine me û me li Tirkiyeyê mudaxeleyî lêpirsîna ku li Serdozgeriya Enqerê dabû despêkirin kir. Weke parêzer me gilî kir, me serlêdan ji bo mudaxeleyê kir. Daxaznameyên me li dosyayên me xistin. Me bi dozger re hevdîtin kir. Lê malesef dosya veşartiye û delîl, agahî, rapor, kitekit û zanîn di destê me de nîne. Bi deh caran me serlêdan kir lê hêj jî dosya veşartiye û tuştek nîşanî me nedane. Ji ber dosya veşartiye di der barê Omer Guney de jî em negihiştin tu kite kitan. Ji ber nebûna belgeyan em nikarin tu beyanatan bidin. lê em dikarin vê bêjin, ketin û derketina Omer Guney ya Tirkiyeyê hatiye tesbît kirin. Bi fermî tenê em vê di zanin. Di vê mijarê de lêkolên û hevdîtinên me hene, em lêkolîn dikin. Di aliyê siyasî de jî qirkirinek mezine. Ji bo em vê derxînin emê bi hemû hêza xwe tekoşîn bikin. Lê di aliyê hiqûqî de di vê em hinekî valehî bihêlin."
‘Ev qetliyamekî siyasiye’
Parêzer Meral Daniş Beştaş, diyar ku li Fransayê lêpirsîn hêj didome û da zanîn ku ew bi 4 parêzeran re dosyayê dişopînin. Meral, anî ziman ku demek beriya niha çûye Fransayê û gelek agahî li wira hatine zelalkirin. Meral, anî ziman ku di vê hevdîtinê de derketiye holê ku tu eleqeya Omer Guney bi tevger û siyaseta kurd re tuneye. Meral, der birî ku Omer Guney, ji bo vê qetliyamê pêk bîne bi zanebûn ketiye nava saziyên kurdan. Meral, destnîşan kir ku gelek derbarê Omer Guney de gelek delîl hene û wiha domand: "Omer Guney, rojek beriya bûyerê, di 8'ê çileyê de di saet derdora 04.30'an de çuye komelê û wêneya navnîşan û hemû agahiyên endamên komeleyê kişandiye. Lê Guney, ji destpêkê heta niha van îdîayan red dike." Meral, bibîrxist ku piştî qetliyamê Berdevkê AKP'ê Huseyîn Çelîk gotiye, "Ev înfazek di nava rêxistinê de ye" û da zanîn ku li gorî dosyayê tu wateya van gotinan tuneye. Beşdaş, her wiha da zanîn ku derbarê Guney de li Elmanya û Holandayê lêpîrsîn didomin û got, "Ev qetliyamekî siyasiye". Meral anî ziman ku ji ber veşariyê ew nikarin hemû agahiyan parve bikin, lê ger Fransa û Tirkiye dixwazin di bin vê tewanbariyê de derkevin lazime vê bûyerê ronî bikin.
'Bêdengiya Ewropayê nayê qebûlkirin'
Meral, da zanîn ku heta ku ev qetliyam neyê ronîkirin ew ê dev jê bernadin û wiha axivî: "Daxwaza me ew e ku em bi rayedarên Fransî re bên cem hev. Ji bilî Omer Guney, tu kiryar, bersuç an jî şahid tunene. Em vê bêdengiya Ewropayê qebûl nakin. Lazime Konseya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê jî helwesetekî bidin nîşandan. Ev ne tenê meselaya darazê ye. Lewra ev bûyerek siyasiye."
(zt)

