Ser ESP'ê de girtin: 15 binçavkirin
10:33
JINHA
STENBOL - Di operasonên binçavkirinê yên saetên serê sibê de 9 ESP yî girtin binçavan.
Li hemberî rêvebir û endamên Ezîlenlerin Sosyalîst Partîsî (ESP) li Stenbol, Enqere û Amedê, polîsan operasyonên binçavkirinê kirin. Di operasyona li Stenbolê de Hevserokê SGDF'ê Oğuz Yuzgeç û gaziyê berxwedana Geziyê Çagdaş Kuçukbattal jî hatin binçavkirin. Di serdagirtinan de endamê SGDF'ê Dogukan Unlu, namzetên parlementeriyê yên HDP'ê Şerîfe Erbay û Burcu Demîrbaş, Îlke Başak Baydar, Gunaydın Akar, Taylan Çetînel, Alper Kaba, Ozgur Bedel, Ezgî Bedel û Gunay Akar hatin binçavkirin.
Di operasyona li Amedê jî Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok û Serokê Bajêr a ESP'ê ya Amedê Soner Çîçek hatin binçavkirin. Polîsan ku bi ser mala Fethiye û Soner de girtin, dema lêgerîna malê strana nijadperest a bi navê "Olurum Turkiyem" guhdar kir. Tê gotin ku dê Ferhiye û Soner jî bibin Stenbolê.
Li Enqereyê jî polîsan bi ser mala şêwirmenda çapemeniyê ya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Ece Şîmşek de gritin û Ece girtin binçavan.
(zt)
