Gulser: Heta pirsgirêk çareser bibe têkoşînê bidome
19:23
JİNHA
MÊRDÎN - Serlêdana parêzerên parlementerên BDP'ê Gulser Yildirim û Îbirahîm Ayhan a ji bo AYM'ê hat pejirandin. Ji du parlementerên ku duh di saetên şevê de hatin berdan Gulser Yildirim kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Heger bi min bana minê di cihê xwe de derketina hinek dayîkan yan jî girtiyên nexweş xwestibana. Ez bihestan van nabêjim." Gulser diyar kir ku girtîgeh nikare îradeya gel bişkêne, heta pirsgirêka kurd neyê çareser kirin tekoşîn naqede.
Bersiva serlêdana parêzerên her du parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gulser Yildirim û Îbirahîm Ayhan erênî hat bersivandin. Parêzerên parlementera Mêrdînê Gulser Yildirim û parlementerê Rihayê Îbirahîm Ayhan ji bo serbest berdana herduyan serî li AYM'ê dabûn, duh êvarî bersiv bi erênî hat. Li gorî ku di rojnameya fermî de jî biryara serbest berdana wan derbas dibû, duh 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara serbest berdana parlementerên girtî Gulser Yildirim û Îbirahîm Ayhan dan. Parlementera ku serbest hat berdan Gulser got: "Erê em derketin lê hêj pirsgirêka kurd ya li benda çareseriyê heye. Ev pirsgirêk çareser nebe ev tekoşîn naqeda."
'Guhê sîstema dadê ji bo dengê gelê kurd girtiye'
Gulser da zanîn ku demokrasî û dad ji bo herkesê giringe, lê demokrasî di berjewendiyên hinekandene û wiha domand: "Guhê sîstema dadê ji bo dengê gelê kurd girtiye. Erê îro ez derxistim, ez dinava kêfxweşiyekî dil şikestî deme. Lê di hindir de min ewqas dayîk, nexweş, siyasetmendar û hevalên xwe yên dozê hêlan, ev nabe sedema kêfxweş bûna min. Di heman demê de di hindir de ewqas girtiyên nexweş yên ku bi mirinê re ru bi ru hene nayê hesabê." Gulser ya ku kêfxweşiyekî dil şikestî dijî destnîşankir ku ji ber derneketina girtiyên nexweş ew nekêfxweşin. Gulser diyar kir ku îradeya gel di hindir de rizandin bêmafiyeke, lê tucarî nikarin îradeya gel bişkênin û biryara ku dane di heman demê de ji bo girtiyên dinê jî derbasdare.
'Tu hêz nikarin bi gelê kurd gavan paşde bidin avêtin'
Gulser da zanîn ku tu hêz, rêbaz û pilîtîka nikarin bi gelê kurd gavan paşde bidin avêtin û got: "Li gorî tê dîtin sekina girtiyan jî girêdayî vêye. 'Di nava girtîgehan û gel de nikarin îradeyê bişkênin' ev mesac bi awayekî vekirî hatiye dayîn. Bi van rêbazên bêmafiyan û bê ehlaqiyan nikarin xwesteka gelê kurd a ji bo azadiyê asteng bikin. Di girtîgihan de nikarin yên ku azadiyê di xwazin asteng bikin. Azadî tuştekî herî giringe, wekhevî jî wihaye. Ya ku ji bo herkesê giring jî eve. Em dibêjin welatek demokratîk. Ev xwestek ji bo tevahiya welate, tenê ji bo gelê kurd ne derbas dare, di heman demê de ji bo hemû gelan derbas dare. Berdana min ji bo min lutufek nîne, di heman demê de ev biryarekî hatî binpêkirin û hatî dereng xistine." Gulser destnîşan kir ku divê îradeya gelekî ku demokrasî û wekheviyê dixwazin neyê girtin. Gulser diyarkir ku ji bo jiyana azad û wekhev ew tekoşîna girtîgehan weke bend nabînin.
'Dê ji bo mafên gelê kurd her dem tekoşînê bidin'
Gulser da zanîn ku di dîroka dewlet û hikûmetê de her dem bi konsepta qirkirinê derketine pêşberî gelê kurd û li gorî hemû polîtîqayên asteng kirinê jî nekarîne berdewamkirina tekoşînê asteng bikin. Gulser diyar kir ku bi dozên ku di bin navê KCK'ê de dimeşînin armanca wan xwestin ew serkeftiyên ku hatine bi dest xistin asteng bikin û wiha got: "Tevayî armanca wan siyasîbûn. Yek ji van bûyeran jî hiqûqî nebûn. Lê dema ku em li tiştên ku hatî jiyankirin dinêrîn em dibînîn ku mekanîzmeya deshilatî û hiqûqê qet ji hev nayê cudakirin. Numûne dema dîtina tekoşîna mafdar a gelan, em herdem hiqûq, leşkerî û deshilatî bihev re dibînîn. Çî di hindirê girtîgehan de be û çî ji derve be gelê kurd girêdayî "tekoşîna xwe a mafdar" dê bimînin. Tu heyê mafê te jî heye, mafê te heye divê tu bikar bînê. Ji bo vê divê tu kedê bidê. Gelê kurd jî her dem ji bo bidestxistina mafên xwe herdem tekoşîn dike."
'Heta girtîgeh vale nebin dê dilşikestîbûna min bidome'
Gulser, daxuyand ku ew bi rêxistina jinan re ne di nava têkiliyandene û wiha got: "Em xwe parçeyek ji tevahiya jinên şoreşger û azadiyê dixwazin dibînîn. Ji ber em ne tenê azadiya gelê kurd, azadiya hemû gelan dixwazîn. Cudabûna ji hevalên xweyên girtîgehê ku bi salan em bi hev re mane min pir xemgîn dike. Heger bi min bana minê li cihê derketina xwe derketina hinek dayîkan yan jî girtiyên nexweş bixwestana. Ev yên ku ez dibêjim hestiyarî nîne, tenê bi jiyankirina wan ew tên têgihiştin. Dema ku ez ji girtîgehê derketim min kêliyên pir zor jiyan kirin. Heya ku girtîgeh valenebin dê ev dil şikestîbûna min bidome. Berpirsiyariya ku bi ser milê min bikeve ezê bi awayê herî baş bînim cîh. Em di dîroka xwe de çend çalakiyên fedayî dibînîn. Yek ji endama tekoşîna azadiyê ji canê xwe zêdetir tuştekî din hebûya dê di ber gelê xwe de feda kiribana. Dema ku em van kesayetan bi bîr tînîn, em xwe deyîndarê gelê xwe hîs dikîn. Ji bo gelê me çî bê xwestin ez di wan xalan de amademe.
'Abdulah Ocalan ji bo gel çavkaniya îlhamane'
Gulser dazanîn ku Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ji wê re silav şandine û got: "Birêz Abdulah Ocalan ji bo gel kesayetekî ronakbîre. Ji bo jinan û gelan kesayetek azadî xwaze û çavkaniya îlhamane. Ji bo lêhurbûna nêrînên Birêz Abdulah Ocalan min zêdetir dem dît û tenê rêya xelasiya mirovahiyê ye. Birêz Abdulah Ocalan ji bo tevahî dunyayê şanseke."
Di dawiyê de Gulser diyar kir ku ew bi hêviya mirovên ku tekoşînê didin û "welatek azad û demoqrat" hemû gel silav dike.
(zt)

