Cenazeyê Mehmet Demîrel hat girtin
13:47
JINHA
AMED - Cenazeyê Mehmet Demîrel ê ku duh li Sûrê di êrîşên polîsan de jiyana xwe ji dest da û ev rojekî ye li taxê tê rawestandin, ji aliyê heyeta HDP û DBP'ê ve hate wergirtin.
Li navçeya Sûr a Amedê duh di êrîşên polîsan de yek ji wan zarok 2 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Çekvar Çubuk duh hatibû definkirin lê cenazeyê Mehmet Demîrel ji ber êrîşên polîsan nehatibû girtin û ji duh ve ye li taxê dihat rawestandin. Ji bo wergirtina cenazeyê îro heyetek ji rêvebirên HDP, DBP û malbata Demîrel bi rayedaran re hevdîtinek kirin. Piştî hevdîtinê, heyet ji bo cenazeyê werbigire çû taxa Hasirliyê. Heyeta ku cenazeyê ji wir wergirt, pişt re tevî cenazeyê çû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.
Dê cenazeyê Mehmet, piştî karên otopsiyê were definkirin.
(zt)
