ROJEVA 05'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:08
*Dayîka Çekvar Çubuk (15) yê ku piştî îlankirina qedexeya li Surê hat qetilkirin, Netîce Çubuk diyar kir ku xeyalê Çekvar a herî mezin basketbolvanî bû û wiha got, "Erdogan destûr neda ku kurê min bixwîne, bi destê xwe kurê min qetil kir. Ew bu şehîdê Kurdistanê."
*Jinên Behra Reş li hember talana xwezayê di mercên zehmet ên xwezayê de têkoşînek mezin nîşan didin. Jinên Çamlihemşînlîyê ên ku cihê xwe di Însiyatîfa Firtina de digrin dibêjin 'Jiyana bi xweza û axê re jin ava dike' û axê xwe terk nakin. Jinên Çamlihemşînliyê ên ku li hember Yeşîl Yolê têkoşîn dikin dibêjin me carek dest bi têkoşînê kiriye û wiha gotin: "Derdê me tenê xwezayê me ye. Hebûna me a vir bi serê xwe berxwedan e."
*Welatiya Kobanê ya bi navê Asya Mihemed a ku di sala 2014'an de ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ji neçariya xwe hatin başûrê Kudistanê û ev salek e li Wanê dijî, bi dest pê ka ji nû ve înşakirina Kobanê re bi hêvîne. Asya diyar kir ku ew ê cardin vegerin erka bav û kalên xwe li welatê xwe di nav jiyanek aramî de bijîn.
*Li Nisêbînê berxwedana gel li pişt barîqat û xendekan didome û modela jiyanek nû înşa tê înşakirin. Pêşengên berxwedanê jin wiha dibêjin, "Em perwerdehiya ziman, ax û mafê xwe dixwazin. Erdogan çi dixwaze? Qasir xwast bi dest ket, bila biçe ser qoltika qesrê rûne û ji me dur bisekine. Welatiyên ku piştî qedexe rabû vegeriyan mal, pere û tiştên giran bûha nedîtin. Di nava tîmên taybet de IŞÎD hene. Serweta gel dagir dikin. Lê bila baş were zanîn li hember tangan em ê dev ji cihên xwe bernedin."
