Jina penaber a hatî qetilkirin avêtin tenişta rê

11:04

JINHA

COLEMÊRG - Li bajaroka Bajirgeh jineke penaber a biyanî ewil hate qetilkirin û pişt re cenazeyê wê li tenişta rê hate dîtin.

Li bajaroka Bajirgeh a navçeya Gever a Colemêrgê, ji aliyê welatiyan ve li tenişta rê cenazeyê jinekê dîtin. Piştî ku welatî cenaze dibînin agahî didin leşkeriyê û li gor agahiyên hatine bidestxistin jina hatiye qetilkirin penaber e û emrê wê derdora 35 sal e. Di cenazeyê jina penaber de şopên birînan hebûn û ew rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Ji meha hezîranê heya niha hejmara penaberên li ser sînor hatine qetilkirin bû 10.

(rc)