Selma Irmak: Cihê ku ez lê mame ezê bidomî nim

16:19

Mizgin Tabu/Perihan Kaya JINHA


AMED – Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya girtî ku serbest hat berdan girêdayî pêvajoya ku têre derbasbû axivî û got: "Di hundir de girtina hilbijêran ji bo Tirkiyê rewşeke şermê ye."  Selma, diyar kir ku di vê pêvajoya ku hêj hikum negirtîne de dadgehên herêmî weke "dijmin" nêzî wan bû. Selma pêvajoyên berî bê girtin ya di nava xebatên jinan de jî bibîr xist û anî ziman ku ew dê xebata xwe cihê lê mayî berdewam bike.


Parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên girtî Parlementera Mêrdînê Gulser Yildirim û Parlementerê Rihayê Îbirahîm Ayhan di 3'ê çile de serbest hatin berdan. Parlementerê Wanê Kemel Aktaş, Parlementerên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz jî 4'ê çile serbest hatin berdan. Serbest berdana parlementerên girtî hem ji aliyê malbatên wan û hem jî ji aliyê gel ve bi coş û kelecanekê hatin pêşewazî kirin. Lê hemû parlementerên ku ji girtîgehê derketin diyar kirin ew "kêfxweşiyekî dil şikestî" dijîn. Ji parlementerên di bin navê doza KCK'ê de nêzî 5 salan girtî man Gulser Yildirim di girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê de, Selma Irmak jî di girtîgeha Tîpa E a Amedê de man. Îbirahîm Ayhan, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaş jî li Tîpa D a Amedê dihatin girtin. Di kêliya derketinê de Selma derketina derve wiha pênase kir: "Derketina me ya ji girtîgehê bêguman moral da gelê me. Ez hêvîdarim ku derketina me bibe sebeba despêkirina pêvajoyeke nû."


'Girtina me ji bo demokrasiya Tirkiyeyê şerm e'


Parlementera BDP'ê a Şirnexê Selma silav ji gelê Botanê û tevayî gelê kurd re şand û diyar kir ku serbest berdana wan her kes xistiye nava coşê lê ev tenê têr nake û got: "Serbest berdana me dema ku em di aliyê hiqûqî de bifikirin dereng maye, edaletekî bê wateye." Selma bibîr xist ku ev 4 sal û 9 mehe tenê ji ber siyaset kiriye tê girtin. Selma da zanîn ku ev 2 salin weke îradeya gel tên girtin û ev yek hem ji bo mafê siyasetê û hem jî tune hesibandina  îradeya gele. Selma balkişand li ser girtina wan û weke demokrasiya gelên Tirkiyeyê "şermekî mezin" binav kir.


'Biryara AYM'ê ji bo Tirkiye yê pêngavekî mezin a demokrasiyê ye'


Selma diyar kir ku ji bo pêvajoyekî nû pêwîste di despêkê de derê girtîgehan bên vekirin û wiha domand: "Mafên siyasî bi erdê ve bûne yek. Divê bêmafî ji holê bên rakirin. Desturê nadin ku gelê kurd nefesekê jî bigirin. Dadgehan jî cihê dadgehên di pêvajoya Şêx Seid, Seyît Riza wana girtine. Erê raste em neviyên wana nin û di riya wan de dimeşin. Lê Tirkiye hatiye guher tin. Ev 100 salin Tirkiye di vê riyê de dimeşe lê tuştek biser nexistiye. Seyîd Riza bi darve kirin, lê vaye hêj mirov di riya Seyîd Riza de dimeşin." Selma diyar kir ku divê êdî sîstema hiqûqî bê guhertin, berdana Mustafa Balbay dadgeha makeqanûnê (AYM) biryara ku girtî ji bo Tirkiye yê "gavekî mezin a demokrasiyê" ye. Selma da zanîn ku girtina wan bê mafiyek bû û derdetina parlementeran dê rê li pêşiya gelek tiştin veke.


'Dadgehên herêmî, weke dijmin nêzîkahî li me dikirin'


Selma got: "Weke hilbijartî girtina me ji bo Tirkiyeyê rewşekî ya şermê ye." Selma destnîşan kir ku dadgehên herêmî weke "dijmin" nêzîkatî li wan dikirin. Selma diyar kir ku ew bi zanabûn girtî dihatin darezandin. Selma diyar kir ku 5 û 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya ku xwediyê biryar û darezîna herî bilindin, biryara dadgeha makeqanûnê nasepînin û bi xwe hiqûqa xwe binpê dikin. Selma destnîşan kir ku wekîdin jî ji bo kurdan biryaran binpê dikin û wiha domand: "Me nedixwest em serî li dadgeha bilind bidin, lê dadgeha herêmî em neçarî serlêdanê kirin. Nimûne heger biryarek wiha hebûyana dibe ku bi sedan dosya di vê çarçoveyê de bihatana beraet kirin. Di beku bi sedan siyasetmendar bihatana berdan. Di dosyeya me de bi hezaran mirov girtîne. Hinek ji wan hatin berdan, lê hêj di hindir de parêzer, rojnamevan û komên cuda bi hezaran mirov hene. Emê tekoşîna xwe ya demokrasî û hiqûqî bidomînîn. Em girtin, lê niha weke jinek li cihê ku mayî ezê tekoşîna xwe bidomînim."


Selma jî di nav de 5 parlementerên ku ji doza KCK'ê tên darezandin girêdayî dozê diyar kir ku dema dihatin darizandin de, pêvajoya girtina wan berdewam dikir, ji bo domandina girtina wan dadgeran dengên vekirî bi kar anîne û wiha got: "Heger li Tirkiyeyê hiqûq heye dê heyeta 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji peywirê bigirin." Selma da zanîn ku dozên kurd têde têne darezandin bi "dijminane" û "bê hiqûqî" lê dinêrin.


'Qetilkirina 3  jinan di dilê me de birînek e'


Selma balkişand li ser qirkirina Roboskî û diyar kir ku her sal gelê kurd êşekî bi vî awayî dijî û di dawiyê de qetilkirina 3'ê jinan jî weke birînekê di dilê xwe de hîs dike. Selma diyar kir ku bi salane şahiyên weke Newroz û 8'ê Adarê bi hewayekî xemgînî derbas dikin û bûyera qirkirina 3 jinên siyasetmendar hem hêzên navnetewî û hem jî Tirkiye di nav dene. Selma da zanîn ku Omer Guney tenê tetîkêşek e û wiha got: "Bi destên wan ve xwîna hevalên me hene. Hevalên mirabel hebûn, ji wan re 3'ê perperok digotin. Her 3'ê hevalên me yên jin jî 3'ê perperokên menin. Ewan li hemberî sîstema mêr û koletiyê tekoşîn kirine. Sebebê qetil kirina wan jî ev bû." Selma diyar kir ku dê girêdayî tekoşîna jinan bimîne û weke şopdarê dozê heta faîl neyên darezan din dê berxwedana xwe bidomînin û wiha domand: "Roja 9'ê çile weke rojekî reş di hişê medene. Di heman demê de sedema tekoşîn kirina me ye."


'Di hema demê de ez perlementerê girtîgehê me'


Parlementera BDP'ê a Şirnexê Selma destnîşan kir ku berî bê girtin di nava tevgera jinan de tekoşîn dikir, dê ji niha û şûnde cihê ku maye di nava tevgera jinan de tekoşînê bidomîne û got: "Ya duyemîn jî gelê me çî taleb bikin emê wê bikin." Selma diyar kir ku ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê çî bê xwestin dê wê bikin û di dawiyê de got: "Di heman demê de ez parlementerek ya girtîgehê me. Hêviyên hevalên min ji min hene. 162 girtiyên nexweş hene. Rewşa wan girane. ji bo wan çî bê xwestin ezê bikim."       


(zt)