'Encama doza Ozgecan Aslan serkeftina jinan e '
16:35
JINHA
DÎLOK -Platforma Emê Qetilkirina Jinan Bidin Rawestandin, derbarê encama doza Ozgecan Aslan de daxuyanî da û diyar kir ku encama dozê serkeftina jinan e.
Platforma Emê Qetilkirina Jinan Bidin Rawestandin, derbarê encama doza Ozgecan Aslan a ku di 11’ê şibata 2015’an de li Tarsûsa Mersînê rastî êrîşa zayendî hat û pişt re bi awayeke hovane hate qetilkirin, li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da.
Endama platformê Zeynep F. Gok, di daxuyaniyê de balê kişand ser ku ji bo kujerên Ozgecan Aslan daxistina cezayê nehatiye kirin û got "Ev serkeftineke têkoşîna jinan e. Ji îro şûn de ji bo di hemû qetliyamên jinan de ceza neyê daxistin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Zeynep di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesan kir ku piştgiriyê bidin wan.
(rc)
