ROJEVA 06'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Wanê bertekên xwe yên li hemberî tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîşandan û gotin: "Heya Rêber Apo azad nebe ticarî ev gel dest ji tekoşîna xwe bernade. Ji bo ku qirkirin bi dawî bibin divê bi Rêber Apo re hevdîtin bên kirin û maseyê muzakereyan carekdinê vegere."

*Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim bi îlana qedexeya derketina kolanan dem dem êrîşên AKP'ê ser herêmên rêveberiya xwe ya xweser avakirine nirxand û got: "Xendek bahaneye, armanca AKP'ê şikandina vîna kurdane, ji ber ew civakek kole dixwaze. Ev êrîş ne tenê ser kurdan, ser hemû gelên muxalîfên li Tirkiyê berdewam dike, ew dixwazin sazumaniyek faşîst avabikin."

*Jinan bertek nîşanî qetilkirina Dilan Kortak dan û gotin: "Divê em Dilan weke şervana tekoşîna azadiyê bibînin. Divê teyîbetî jî gelên li Tirkiyê û kedkar van qirkirinan bibînin. Divê em berxwedanek topyekun rêxistin bikin."