Pirsgirêka Mûşê; girêdana madeyan

13:36

 


Şehrîban ASLAN / JINHA


MÛŞ - Têkildarî girêdana Madeyan ên ku bi dilxazî dixebitin Derûnînas Tuba Gur û Pisporê Xebatên Civakî Sabahatîn Aksakal ev saleke li Mûşê bi pirsgirêkên zarokan re mijûl dibin. Derûnînas Tuba diyar kir ku ji ber bê eleqebûna malbatan ya li hemberî zarokan, di hêle ku zarok girêdayî madeyan bibin û wiha got: "Divê malbat bi qasî ku bikarin lê binêrin zarokan xwedî bikin. Her çiqasî rêvebirina siyasetê malbat anîbe rewşa makanîzmeya hilberînê jî divê neyê ji bîrkirin tenê pêdiviya zarokan bi xwarin û vexwarinê nîne ew jî weke yek bên dîtin. Di vê malbat di van mijardan de şiyar û baldarbin."


Zarokek xirab bê xebitandin û bi madeyan ve bê girêdan, mejiyê wê-î zarokî berbi rêyên cuda ve diçe û awayê fikirîna wî dide guhertin. xebitîna bedena normal û bi tendurust xiradike û nerênî bandor dike. Dema ku hişê mirovan ber bi fikirîna li ser mijarekê despê kir, zu raeksyonên kîmyayî hevdu dişopînin. tevgera organên weke Cigera reş û gurçik ji aliyê bertekên kîmyayî ve tên çavdêrî kirin. Xebatên weke van yên mejî û navendên sîstemên sinir û beşê ku dimîne weke (mejiyê piştê û sinirên ku diçin dest û lingan) xwe didin berçavan. Ji ber vê sedemê ji bo guherîna hestên me girtina madeyekê di hîşê me de her ku dem derbas dibe bandora wê li ser xebitandina lebetan bertekek xwezayi ye. Di heman demê de bandora hinek ji van madeyan demdirêj dibin sedema nexweşiyên deroni yên weke şîzofiran û depresyon. Her bikaranîna madeyan dikeve nava gera xwînê û digihe mejî, di heman demê de her karanîna madeyan li gorî xwe tehlîke jî hene. Girêdana  madeyan li herêmê û Tirkiye yê weke "pirsgirêkekî mezin" didome. Girêdana madeyan her roja ku diçe zêdetir dibe, bi taybetî jî nêzîkatiyên  malbatan yên nerênî, rastiyeke ku ji aliyê pisporan ve hatiye vegotin. Li Mûşê têkildarî girêdana madeyan yên ku bi dilxazî dixebitin Derûnînas Tuba Gur û Pisporê Xebatên civakî Sabahatîn Aksakal, ev saleke li Mûşê bi pirsgirêkên zarokan re mijûl dibin.   


'Girêdana madeyan di nava gel de weke pirsgirêkekê nayê dîtin'


Derûnînasa ku bi dilxazî li Mûşê ji bo zarokên girêdayî madeyan dixebite Tuba Gur diyar kir ku ev nêzî salekê ye li ser zarokê 18 salî û girêdayî 6 madeyane dixebite. Tuba da zanîn ku li Mûşê girêdana madeyan di nava gel de nayê ferq kirin û li gel vê jî girêdana madeyan weke pisghirêk nayê dîtin. Tuba destnîşan kir ku ev pirsgirêka girêdana madeyan ne bi kesekê yan jî saziyekê tenê re divê bi awayekî kordunelî bê çareser kirin û got: "Li gorî ku me li ser zarokan çavdêrî kiri, nebûna parvekirinek hestiiyarî, tenê mayîn xwe kêşana hindirê xwe hêlaye ku ew bi madeyan ve bên girê dan." Tuba diyar kir ku divê malbat, dibistan û navendên bitendurust bi hevre li ser mijarê xebatekî hevbeş bikin. Tuba da zanîn ku hevbeş kar kirina van saziyan zore û wiha domand: "Mamosta çibikin û malbat serî li kîderê bidin nizanin."


'Li Mûşê pêdivî bi avakirina raya giştî heye'


 


Tuba diyar kir ku malbat giringî nadin xwe kêşana hindirê xwe ya zarokan û girê dana wan ya madeyan, lê dema ku pê dihesin jî pêre hêr dibin, li wan şidetê dikin û hema dişînin bajarekî dinê. Tuba da zanîn ku zarok jî pirsgirêkên xwe çareser nakin, ji bo avêtina sitresa malbatê û derve, hema weke rêbaz dikeve navendên bikaranîna madeyan û got: "Malbat jî weke çareserî hema zarok dişîne bajarekî dinê mala xizmekî xwe. Lê ev nabe çareserî. Dema ku zarok vedigere heman tiştî dike. Malbatên ku serî li me didin li ser zarokên xwe weqas rêyên cuda ceribandine. Ji ber vê sedemê di Mûşê de pêdivî bi avakirina raya giştî heye. Di taxan de yan jî li cihên dinê kes destura vê nedin. Heger wiha dewam bike dê zêdetir zarok bala hevdû ji ser madeyên vexwarinê bidin tiştên dinê."


'Ciwanên ku me xwe gihiştine wan ji derve re pir girtîne'


Tuba destnîşan kir ku ciwan ji ber girêdayî madeyanin tenê li gel hevalên xwe yên ku madeyan di xebitînin hevalyê dikin. Tuba diyar kir ku dema kes nexwaze tedawiyê ret dikin, ji ber wê jî bi dilxazî giringe, divê yên girêdayî madeyan bên girtina bin parastinê û wiha domand:


"Em bi zehmetiyan re ru bi ru man. Her yek ji wan 4- 5 sal çîroka wan heye. Malbat jî karanîna wan a madeyan derdixin holê. Di Malbatan de jî karanîna şidetê, hev berdan, nebûna girêdan û navendek ya ewlehiyê, ji bo girêdana bi madeyan re zemîn amade dike. Navendek ya ku zarok têde bi axivin û xwe bînin ziman nîne. Divê bi qasî ku malbat bikarin xwedî bikin bibin xwedî zarok. Bi rêvebirina siyasetê weke mekanîzmeya hilbrînê li saziya malbatê dinêrin. Tenê weke xwarin û vexwarina zarokan lê neyên nêrîn, ew jî kesek bên hesibandin. Divê malbat di van mijaran de baldar û şiyar bin. Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareser kirin divê saziyên peywendî dar bi hev re hevpar bixebitin. Dema ku pirsgirêk bên nîqaş kirin dê bênhel kirin jî. Divê ser pisgirêkan neyên girtin."


'Ji ber Mûş cihekî biçûke ev pirsgirêk tên veşartin'


Pisporê Xizmetên Civakî Sabahatîn Aksakal yê ku ev saleke li Mûşê girêdayî girêdana madeyan dixebite jî da zanîn ku ji ber Mûş cihekî biçûke ji ber wê gelek piregirêkên weke girêdana madeyan û yên dinê têde tên veşartin. Sabahatîn diyar kir ku ji ber nebûna aktîvîteyên civakî zarok bi girêdana madeyan mijûl dibin, bi taybetî di demsala zivistanê de zarok li kolanan ji bo vê ji hev re "cih" amade dikin. Sabahatîn destnîşan kir ku cihên herî zêde made lê tên kar anîn cihên weke tandirlik û harabe yîn. Sabahatîn diyar kir ku li gorî çend rojan zarok naçin mal jî malbat mereq nakin û wiha got: "Ji bo li Mûşê bikevin di ferqê de pêdivî bi karanîna pirojeyên cuda hene. Ji bo bê zanîn zarok girêdayî madeyanin an na tuştek nîne. Ji ber vê sedemê malbat neçar dimînin ku zarokên xwe dişînin cihên weke Amed, Elazix, Bakirkuy û wekedinê. Zarok jî 'Elazix û Bakirkuy cihên xirabin' dibînin û tedawiyê ret dikin. Elazix jî ciheke yên madeyan vedixwin û nexweşên giyanî lê kom dibin. Dema ku wiha dibe zarok gav pajde di avêjin û hêj zêdetir girêdayî madeyan dibi."


'Ji bo çareseriyê pirojeyên biçûk bi kêrî tuştekê nayên'


Sabahatîn diyar kir ku li Mûşê taxên weke Kale, Kultur, Yeşîlce, Muratpaşa û Dere bibin navendên guhdarkirin û piştevaniyê, ji bo çareseriyê pirojeyên biçûk kêrî tuştekê nayên û got: "Li gorî ku Made li ku tên peydakirin nayê zanîn jî li tu taxan naxweyên. Li Mûşê zarokên 12 - 13 salî li çend cihan dikare maddeyên vexarinê bistîne. Berpirs divê bi lezgînî mudaxele bikin." Sabahatîn ji bo du zarokê ku bi ser xwe de hatin wiha domand:


"Zarokên ku hatin li gel me girêdayî madeyan bûn lê tedawî pejirandin. Di hemû tedawiyên xwe de rêkupêk dihatin û diçûn, di tedawiyê de gehiştin merheleyekî baş. Lê di nava malbata Zarok de hevberdan hat jiyan kirin. Zarok hêdî hêdî dest bi nehatinê kir û tedawî berda.


Li cihekîdinê malbatê ji bo zarkê xwe serî li me da. Min pirsî ji zarok çawa despê kiriye. Got 'min 7 salî dest bi çixarê kir û 9 salî jî min dest bi madeyên dinê kiriye.' Min pirsî te çawe û li kîderê dît  got 'min ji zarokên taxê re di girit û dibir, dema ku wiha bû êdî min jî meraq kir û despê kir. Bi vî rengî min des pêkir.' Min pirsî te çima dibistan berda? Ji ber li dibistanê çixare di vexar û mamostayan jî li wî şidat dikir ji ber vê ji dibistanê sar bû û berda.  Car car min bi malbata wî re hevdîtin çêkir. Min zarok ji malê digirt û cardin dibir mala wan. Ez bi bavê wî re jî axivîm, ji hal û balê bavê wî diyar bû ku ew jî ji karanîna madeyan nebiyaniye. Bavê wî jî made vedixwe. Dema ku ez çûm cihê ku zarok lê vedixwar ji min re gotin 'hevalê me başe. Ji wî bigere  here bavê wî baş bike.' Di vê derê de rolê malbatê pir giringe. Divê bizanin li zarokên xwe xwedî derkevin û çawan nêzî wan bibin."


'Zarokê xirab nîne, hemû zarok bêgunehin'


Sabahatîn got: "Zarokê xirab nîne. Malbata xirab heye. Hemû zarok bêgunehin." Sabahatîn diyar kir ku divê malbat li hemberî kar anîna madeyan bizanebûn bin û dema ku nêzî zarokên xwe dibin serî li rêyên şidetê nedin. Sabahatîn di dawiyê de da zanîn ku girêdana madeyan tenê bi riya perwerdê dikare bê çareser kirin.


(zt)