Jina têkoşer ku di îşkencexaneyê de axênek jî nekişand: Sakîne Cansiz

16:51

Mizgin Tabu - Sarya Guzuoglu / JINHA

AMED - Sakîne ya ku di tevahî jiyana xwe de bi sekin û nêzîkatiyên xwe yên tekoşer û nimûne buye yek ji jinên sembol. Tekoşîna xwe ya bi heybet di girtîgehê de jî domandiye. Di pêvajoya îşkence kar Esad Oktay de rol û misyona xwe ya pêşengiyê domandiye û tifî ser çavên Esad Oktay kiriye. Jinên ku xwediyê hêza berxwedanêne ji dezgehdarên îskenceyan paşde gav ne avêtine û her roj bê navber dibirin hucreya îskenceyê û dianîn. Dema ku ji îşkenceyê divegerandin jî li ser ruyê wê her dem ken hebû û digot: "Dê rojekê evane hesabê vê bidin" bi vî awayî hêvî dida hemû jinan. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak a ku li gel Sakîne di heman girtîgehê û heman nivîngehê de mayî qala salên tejî berxwedan kir û diyar kir ku qirkirina Parîsê tesadufî nîne û got: "Qirkirina Parîsê di kesayeta 3'ê jinên siyasetmendar de di heman demê de li hember hemû gelê kurd yên ku  xwedê îdiaya azadiyê ne." 

Hevseroka Giştî a BDP'ê û Berendama Hevseroka Şaredariya Bajarêmezin ê Amedê Gulten Kişanak da zanîn ku di 9'ê çileya 2013'an de qetil kirina 3'ê jinên siyasetmendarên kurd li Buroya Enformasyona Kurdisan ê ya li paytexta Firansa Parîsê, ya ku bi navê qirkirina Parîsê tê binav kirin, jinên kurd bi sala nû re hem rastî agahiyeke reş hatin û hem jî bû sebeba tekoşînek nû. Gultan destnîşan kir ku her çende li ser gelê kurd û jinên kurd re salek derbs bû jî hîna fail nehatine darezandin, qirkirin ji bo gelê kurd mesaceke. Gultan diyar kir ku di salên 70'an de pêvajoya tejî îşkence di girtîgeha Tîpa E a Amedê de li gel Sakîne 2 salên tejî berxwedan derbas kiriye. Gulten da zanîn ku Sakîne di pêvajoya girtîgehê de li hember îşkencekarên weke Esad Oktay serî ne çemandiye û bi gotinên weke: "Tu dizanê ez kîme. Ez şoreşgerekî li ser dezgahdarên îskenceyan min axek jî ne kişandiye. Erkê min li hemberî kesên mîna te serî ne çemandine." Salên ku tifî çavên Esad kirî ji JINHA yê re vegot.

Esad Oktay li hemberî sekna Sakîne ya bi heybet nekarî bisekine, ew xist hucreyê'

Gultan diyar kir ku ji aliyê jinên kurd ve Sakîne xwediyê nasnameyek a pêşengiyê ye. Gultan da zanîn ku nasnameya pêşengiyê ya Sakîne ji pêvajoyên girtîgehê û sekna wê ya berxwedanê tê. Gultan destnîşan kir ku ji ber xwediyê seknek ya berxwedanê bû di salên 70'an de pêvajoyên tejî tundî û îşkence di Girtîgeha Tîpa E a Amedê de ji jinên gidrtî re dibû mînak. Gultan a ku 2 salan di Girtîgiha Tîpa E a Amedê de bi Sakîne re di heman nivîngehê de mayî vegeriya wan salan û bîranînên xwe yên li gel Sakîne wiha vegot: "Sakîne berî girtîgeha Amedê li girtîgehên leşkerî yên Elazix û Malatya maye. Şevekê ji nîşka ve dengê qêrînan hat. Wê şevê heta serê sibê dengê îskenceyan dihat. Serê sibê em agahdar bûn ku hevalek PKK yî anîne girtîgeha Amedê. Rojek paşê Sakîne ya ku di pêvajoyên îskenceyan de navê xwe li dîrokê nivisiye rastî midûrê girtîgehê Esad Oktay hat. Lê li gorî ku Sakîne gelek îskence dîtibû jî xwediyê seknekî tund bû. Ji ber wê sekna wê Esad Sakîne xist hucreya yek kesî û 10 rojan di hucrê de ma. Dema ku Sakîne ji hucireyê derket hemû laşê wê reş û şîn bû. Lê marolê wê pir bilind bû û ji me re wiha got: 'Bêgoman dê rojekê hesabê vê bê dayîn'."       

'Ez şoreşgerkim ku min li ser dezgehdarên îskenceyan axînek jî nekişandiye'

Gultan diyar kir ku ji ber sekna Sakîne ya berxwedêr Esad Oktay li hemberî wê tewirê hişk girt û Sakîne hedef girt. Gultan bûyerek ya di navbera Sakîne û Esad de derbas bûyî wiha anî ziman: "Rojekê Esad hişk berê xwe da Sakîne. 'Tu dizanê ez kîme? Ez qumtanê vê derê me. Her kes îteat dikin li hember min. Her gotina min fermaneke.' Sakîne jî bersivekî tund da wî. 'Ya rast tu dizanê ez kîme? Ez şoreşgerekim ku min li ser dezgehdarên îskenceyan axek jî nekişandiye. Peywira min li hemberî kesên mîna te serî ne tewandine' got û tifî çavên Esad kir."

'Di her dîtina wê de min cerekî din û carekî din jiyan dikir'

Gultan diyar kir ku Sakîne bisekneke bê eman li hemberî îskenceyan tewrê xwe nîşan dida, heta di tevayî jiyana xwe de li hember xeletiyan serî ne çemand û wiha domand: "Taybetiya Sakîne ya herî sereke berxwedan bû. Ez bi Sakîne re 2 sal mam. Paşê dema ku em ji girtîgehê derketin jî me hevdîtinên xwe berdewam kirin. Di sala 1991'an de dema ku ez di rojnameya Yenî İLKE de di xebitîm û ez derbazî Ewrupa bûm me car car hevu didît. Di her dîtinek ya wê de ez bi heman coş û heskirinê nêz dibûm. Di her dîtinek ya wê de min ji nûde nûde jiyan dikir. 

'Bi qirkirina Parîsê re êrîşî li ser îdiaya azadiyê ya gelê kurd kirin'

Gultan da zanîn ku xwestin bi qirkirina Parîsê re darbe li îdiaya gelê kurd a azadiyê bixin û got: "Ji ber Sakîne yek ji endamên ku tevlî kongireya avabûna PKK'ê bûye. Sakîne di hemû merheleyên kevneşopiyên PKK'ê de hebûna hişmendiya jinê ye. Ji ber vê jî xwestin di kesayeta Sakîne de qirkirinê li ser hemû nirxên gelê kurd û îdiaya gelê kurd a ji bo azadiyê bikin û wiha pêde çû: "Xwestin qirkirinê li ser kesên ku weke jinên kurd bi navê azadiyê tekoşîn dikin bikin û bi qirkirinê re tekoşînê têk bibin. Pêvajoya qirkirina Sakîne wana û pêvajoya çareseriyê a ku Rêberê PKK'ê dayî despê kirin rastî hev hat. Xwestin pêvajoya çareseriyê di bin sîbera qirkirinê de bihêlin. Li aliyekê jî ev qirkirin despê kirinek ya siyuqastuyan ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bû. Di heman demê de ev qirkirin li hamber hemû nirxên civaki yê gelê kurd, jinên ku di mijara tekoşîna azadiyê de xwediyê perspektîfê qewî û di aliyê çareseriyê de xwediyê îradeyekî mezin û hem jî îdiaya gelê kurd ya azadiyê temsîl dikir temsiliya Birêz Abdulah Ocalan dikir. Xwestin bi qirkirina Parîsê re darbe li hemû nirxên gelê kurd bidin." 

'Xwestin gelê kurd bê hêz bikin'     

Gultan diyar kir ku hêzên ku despêkê Rêberê PKK'ê, tevgera azadiyê û hemû gelê kurd hedaf girtibûn hemû hêza xwe xebitandin û got: "Cihê ku Sakîne, Fîdan û Leyla vala hêlayî dê tucarî neyê dagirtin. Ev êşekî mezine. Xwestin ku bi vê qeyîbê gelê kurd yên ku bi nirxên xwe ve girêdayî û zêdebûna hêza wan ya tekoşînê kêm bikin. Niha tevayî gelê kurd êşa wan di dilê xwe de veşartine û ji bo êdî êşên bi vî rengî nejîn hêj zêdetir bi tekoşînê ve hatine girêdan."

'9'ê çile di desayeta Sakîne de roja hemû jinên berxwedanvane'

Gultan da zanîn ku Sakîne li gel jinên kurd jî di heman demê de sekna wê ya enternasyonal bûye sedem we di çarçoıveya jinên cîhanê de jinekî nimûne bê dîtin û got. "Sînurê tekoşîna wê nebû. Ew ji bo hemû jinên cîhanê hevalekî şoreşger a herî bi hêz bû. Ji ber vê sedemê qetilkirina wê ji aliyê hemû jinên cîhanê ve bû sebeba bertekên mezin. Ji ber wê sedemê bû di hevîna derbasbûyî de li Amedê Konferansa Jinên Cîhanê hat li dar xistin. Di Konferansê de di tevgera jinên cîhanê de di kesayeta jinek şoreşger a kurd 9'ê Çile li Hemberî Zayendên siyasî weke Roja Çalakiyên Hevbeş hat diyar kirin. Roja ku Sakîne hatiye qetil kirin weke roja qetil kirina hemû jinên berxwedanvan hatiye diyar kirin. Ev roj di nêrîna em jinên kurd de rewşekî giringe." Di dawiyê de Gulten diyar kir ku divê jinên kurd kevneşopiya berxwedêr a Sakîne bilind bikin û li tekoşîna jinan xwedî derkevin û wiha got: "Tekoşîna ku Sakîne di girtîgehê de jî dimeşand. Di dîroka kurdan de bi navê jinan îmza avêtiya binê gelek rêgezan. Ji ber ji mere bûye nimûne em di gelek aliyan de deyndarên wêne."

(zt)