ROJEVA 07'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Li Altindag a Enqerê cihê ku feqîr lê bicîh bûne amadekariyên zivistanê. Kurdistaniyên koçkirine hatine Enqerê kevneşopiyên xwe yên xwarinê jî bi xwe re anîne.
*Dayîka Rahime Tuncer a PKK yî ku di sala 2000'an de li navçeya Qilabana Şirnexê di şerekê de jiyana xwe ji destdayî Zahide Tuncer diyar kir ku keça wê ji bo rometê jiyana xwe jidest daye û got: "Ji bo aştiyek mayînde bê xwestin ezê jî canê xwe bidim."
*Ji ÎKGV yê Nilgun Yildirim Şener diyar kir ku ew bi koçberên Suriyê re hevdîtin dike û got: "Malek koçber biçinê nîne. Niha li Suriyê şer bisekine jî herî kêm 5 salên dinê koçber dê bi me re bin. Divê dev ji hişmendiya koçberan weke 'Mêvan' dîtinê bê berdan û weke hemwelatiyan li wan bê nêrîn. Divê mafê welatîbûnê bê dayîna wan."
*Gûlsûm Komî, tevlî xebatê jiyanê dibe û bi têkoşîna xwe kevneşopiya civakê hildiweşîne. Gûlsûm bi makînê dirûnê a ku daniye mala xwe, dirûtinê dike.
