Bi şevê jî li nivîngehên girtiyan bi şev jî rastî lêgerînê tên

11:32

Ruken Çelik/JINHA


ÇANKIRI - Piştî li girtîgeha Çewlikê gîrtiyan firar kirin û şunde zext û zorên li ser girtiyan her ku diçe zêdetir dibe. Di nivîngehên girtiyên siyasî yê li grtîgeha Çankiri de hêj bi şev lêger tê kirin. Odeyên ku girtiyên siyasî têdenin bi navê 'Odeyên terorê' tên bi navkirin û nivîsên ku di nivîsin jî nadin rojnameyên Azadia Wekat û Gundemê. Li qatê ser wan girtiyê edlî dimînin û ava pîs ji tuwaletên wan ber bi xarê di odeyên siyasiyan de dilop dikin. Girêdayî mijarê girtiyan bang li peywendî daran kirin. 


 Li girtîgeha Çewlikê piştî ku girtiyan firar kirin, bi hezaran girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên aliyê Tirkiyê kirin. Di girtîgehan de asta zext û zordariyan ji dema 12'ê îlonê zêdetir bûye. Girtiyên li girtîhega Çankiri dimînîn zoriyên li ser wan tên kirin ji malbatên xwe re vegtin û malbatên wan jî serî li Şaxa Mafê Mirovan a Amedê dan. Dema ku ji derve bi boneya tundiya li ser girtiyan civîna çapemeniyê tê li dar xistin, di heman demê de li girtîgehan ji aliyê rêveberiya giratîgehê ve binpêkirin zêdetir dibin. Girtiyan bi riya malbatên xwe diyarkirin ku hêj di saetên şevê de di nivîngehên wan de lêger tê kirin.


 Girtiyan wiha gotin: "Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve odeyên ku girtiyên siyasî lê dimînin weke 'Odeyên terorê' tên bi nav kirin. Nivîsên me nayên dayîna Rojnameyên Azadiya Welat û Gundemê. Li gel van hemû yan jî bi şev li nivîngehên me lêgerînê dikin. Lî qatê ser me girtiyên edilî dimînin. Ava pîs ya ku ji taletên ediliyan tê di nivîngehên me de dilop dikin. Ji ber bêhna pîs di nivîngehan de kêliyên zor tên jiyîn. Ji bo guherîna odeyan me serî li îdareya girtîgehê da lê serlêdana me hat ret kirin. Her dem di xwazin me tehrîk bikin. Nivîngehên me cihên ku mirov lê bijîn nîne. Axaftina telefonê a heftane bi kê re tê kirin nav û nasnameya wan tê pirsîn li gorî wan agahiyan destura telefonê tê dayîn. Me girtiyan jî li hemberî van kirinan nerazîbûn nîşanî îdareya girtîgehê dan û me daxwazên xwe yên ku em naxazin her hefte bi kê re di axivin nav û hêjmara nasnameya wan bên pirsîn."


 Girtiyan diyar kirin ku berî niha jî girêdayî van mijaran û binpê kirinên mafan yên li girtîgehan raya giştî agahdar kiribûn lê di van mijaran de dqet guhertin çênebûn. Ji ber van sedeman girtiyan banga hişyariyê li peywendî daran kirin.


 (zt)