ROJEVA 08'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:18
*Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê jinan piştî ku palehiya kunciyan xilas kir vêcarê jî dest bi çêkirina tihînê kirin. Jinên ku kunciyan di aşê avê de dihêrin kevneşopiya bi hezar salan pêre dewam dikin û dibêjin ku tehîna aşê avê gelek xweşe û ew salê sê mehan vî karî bi kedek hevpar dikin.
*Jinên bajarê Hesekê siyaseta qirkirinê a hikûmeta AKP'ê şermezar kir û wiha gotin: "Hikûmeta AKP'ê ji bo berjiwendiya desthilatdariya xwe, êrîşê vîna gel ya demokrasiyê dike."
*Yek ji mexdurên polîtîkaya înkar, îmha û tindiyê ya li Bakurê Kurdistanê berdewam dike jî Kismet Sevim e. Kismet di Kovarên Ozgur Halk û Hêviya Jinê de xebitiye. Ji ber di derbarê wê de doz hat vekirin û 20 sal ceza jê hat xwestin berê xwe da Kobanê, li hember çeteyên DAIŞ'ê çalakiya fedayî pêkanî û jiyana xwe jidest da.
*Hikûmeta AKP'ê polîtîkayê şîdetê ya li hember jinê li Kurdistan Tirkiyê didomîne. Endama KOM'ê Hûlya Osmanagaoglu destnîşan kir ku jin ji aliyê dewlet û mêran ve tên qetil kirin û wiha got, "Têkiliya AKP'ê a ku Selamet û gelek jinên din qetil kiriye bi zîhniyeta baviksalariyê ve girêdaye û di encama polîtîkaya dijminahiya jinê de ev hikûmet derketiye holê."
*Gulcay Guney a ku li Çamlihemşînê têkoşîna jiyanê dide û li kêleka Çemê Firtinayê pansiyonê dide xebitinadin, diyar kir ku jinên Behra Reş cihê xwe di nava her karî de digrin. Gulcay anî ziman ku ji bo parastinê xwezayê jin di nava piştevaniyê de li berxwedidin û wiha got: "Ên ku dixwazin li hember xweza, kevir, ax û şînahiya xwezayê têbikoşin, kî dibe bila bibe, wê li hember xwe têkoşîna jinan ê bi maf bibîne."
