Malbatên Roboskiyan; li hemberî edaleta Tirkiyê baweriya me şikest
07:38
Meral Geylanî / JINHA
ŞIRNEX - Balefirên şer ên TSK'ê di 28'ê Kanûna 2011'an li Roboskiyê bombe barandibûn û 34 welatî hatibûn qetilkirin. Li gel ku 2 sal derbas bû hêj bûyer nehat ronîkirin. Dozgeriya leşkerî ya Serfermandarê, li şûha bûyerê ronî bike biryara bêpondinê da. Malbatên Roboskiyê nerazîbûn nîşan da û diyar kirin ku dê serî li DMME'ê bidin. Malbatên Roboskiyan dan zanîn ku "baweriya wan li hemberî edaleta Tirkiyê şikestiye û gotin: "Bila failên 34 zarokên me ronî bibin. Ji xwe fail diyarin û ew jî leşkerên dewletêne. Leşkeran zarokên me yên qet zerar nedane kesan qetil kirin. Dê rojekê hesabê vê bidin."
Dozgeriya Leşkerî ya girêdayî Serfermandariyê der barê doza qetilkirina 34 welatiyên Roboskî de biryara neşopandinê da. Pişti biryara "neşopandinê" hat dayîn Ferhat Encu li ser twiterê li hemberî biryarê bertek nîşan da. Malbatên Roboskiyan jî gotin: "Bi girtina vê biryarê re dewletê careke din birîna me xwîn kir." Malbatan diyar kirin ku ew niha amade kariyên ji bo serlêdana AİHM'ê dikin. Xezal Encu ya ku kurê xwe Cemal Encu di qirkirina Roboskî de wenda kirî de da zanîn ku dewlet failan diparêzin û wiha domand: "Dewletê 34 can winda kirin û tu edalet nîşan nedan. Dewleta ku 2 salin edalet nîşan neda, îro serê sibê bibihîstina agahiya biryara "neşopandinê" me carekî dinê dît. Vê biryarê carekî dinê birîna me xwîn kir. Wijdan û edaleta dewletê eve? Bila bêwijdaniya ku li hemberî me kirî bidawî bibe."
Xezal Encu; dê rojekê qatîl hesabê vê bidin
Xezal destnîşan kir ku li gel biryara dadgeha leşkerî dayî ew dê lêgerînên xwe yên di derbarê edaletê de bidomî nin. Xezal diyar kir ku ji bo failên 34 canan bê darezan din dê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê bidin û got: "Em lêgerînên xwe yên diderberê edaletê de bidawî nakin. Em li hember biryara ku wan girtî serî naçemînin. Ya ku li hemberî me kirî bêwijdaniye. Lê em dev ji vê doz û tekoşîna xwe naber din. Pêvajoya ku vê dewletê edalet nîşan nedayîn, emê bi xwe li edaleta xwe bigerin. Zarokên me kes nekuştine, tu suc nekirine. Tenê jiber zarokên me kurd bûn hatin qetil kirin. Li hemberî edaleta Tirkiye yê baweriya me şikest. 34 welatî bi xwe nehatin qetil kirin. Zarokên me bixwe xwe nekuştine. Ji xwe ev negengaze. Dur yan nêz dê failên zarokên me derkevin. Ji xwe failên zarokên me diyarin, ew jî leşkerên dewletêne. Zarokên me yên ku qet zerer nedane kesê qetil kirin. Dê rojekê hesabê vê bidin."
Kadriye Encu: emê lêgerîna xwe ya edaletê li AİHM'ê bidomînin
Dayîka Hamza Encu yê ku di qirkirinê de jiyana xwe jidest dayî Kadriye Encu jî diyar kir ku li gorî kujer leşkerin û diyarin jî lê hêj bûyer nehatiye ronî kirin û wiha got: "Ev bêedaletî nebesbû îro jî biryara 'neşopandinê' bidawî kirine. Yên ku ev biryar dane baweriya wan bi Xuda nîne? Li mirovên bê guneh zilm kirin wateya wê çiye? Ew çî bikin bila bikin em bêdeng nabin û emê hêj zêdetir dengê xwe bilind bikin. Bi awayek vekirî her tişt li holêye. Yên qetil kirîn diyarin û yên hatîn qetli kirin jî diyarin." Kadriye da zanîn ku malbatên Roboskî dê her dem bi hev er lêgrîna xwe ya edaletê bidomînin û dê ji niha û pêde dewrî Ewrupa bikin.
KCD; Biryara Roboskiyê sikandala hiqûqê ye
Girêdayî biryara ku hatî girtin Kongireya Civaka Damokratîk (KCD) bûyer weke sikandala hiqûqê binav kirin û daxwiyaniyek nivîskî weşandin. Li gorî daxweyaniyê diyar kir ku divê her kes li hemberê vê biryara ku hatî girtin bertekên xwe bînin ziman û daxwiyanî wiha didome: "Carekî dinê bi girtina biryarê re qirkirin ji bo gelê kurd rewa dîtin û ev qirkirin ji nedîtî ve hat. Tirkiye ya ku herdem bi binpê kirinên mafan tê nas kirin di AİHM'ê de jî, her dem wijdanan mehkum dike îro carekî dinê îmza avêt binê xwe mehkum kirinekê. Her qirkirinên ku tên kirin bê hesab û pirs rê li ber kirina qirkirinekî dinê vedidke."
'Dê gelê kurd tekoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin
Di daxwiyaniyê de hat diyar kirin ku di dîroka Komarê de her dem kurdên ku tên qetil kirin sucdar û qatîl jî bêsuc tên dîtin û wiha domand: "Divê êdî her kes bizane ku gelê kurd êdî ne kurdê berêne. Gelê kurd li hemberî hemû cureyên şidet, êrîşan, bêmafiyan û bê edaletiyan bi sazî û hêzên xwe dê dengê xwe derxînin. Heta ku heqîqetê derxînin holê dê gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedana xwe ya demokratîk bidomînin."
(zt)
