Welatiyên ji navçeyan ji bo alîkariya Surê komdibin tên aseteng kirin
12:59
JINHA
AMED - Welatiyên ji navçeyên Amedê ji bo protestokirina qedexeya derketina kolanan ber bi navendê ve ketine rê di ketina Amedê de tên asteng kirin.
Li hember qedexeya derketina kolanan a li Surê berdewam dike welatiyên ji navçeyên Amedê ber bi navendê ve ketine rê di ketina Amedê de tên asteng kirin. Welatî ji wesayîtan daxistin xwarê û nasnamên wan jê girtin. Welatiyan sepandinên wan protesto kirin û nasnamên xwe li wê hêlan û ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin. Welatiyên Çinarê li Taxa Çarikli yê li benda welatiyên Bismilê rawestiyane.
Welatiyên Erxeniyê yên ku bi pêşengiya DBP'a navçeyê kombûne û ber bi Amedê ve ketine rê di derketina navçeyê de hat asteng kirin. Wesayîta Şaredariya Bajarê Mezênê Amedê ya ku welatî di hindirê debûne ji aliyê polîsan ve hat sekinandin û hat girêdan.
(zt)
