ROJEVA 09'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Li Colemêrgê jin di xwaringeha bi navê 'Xwarinên Gelerî û Dîwana Taştê ya Jinan' de xwarinên herêma Colemêrgê yên kevnare amade dikin. Hostaya xwaringehê Aysel Can diyar kir ku ew 5 jin di nava xwaringehê de dixebitin û her yek ji wan rengê xwe dide xwaringehê.
*Rûxmî ku li Îranê di maçên ku mêr cihê xwe tê de digrin, cih girtina jin û zarokên keç qedexeye, Federasyona Voleybol a Navnetewî biryar daye sala 2016'an de Turnuvaya Voleybol a Plaj li Îranê li dar bixe. Midûrê Hewla Gerdûnî Ya Çavdariya Mafê Mirovan Mînky Worden, bertek nîşanî biryarê da û banga rakirina qedexeyê li Îranê kir.
*Şaredariya naçeya Ebaxa Wanê ji bo îstîhdama jinê ket nav liv û tevgerê û ji bo jinê atolya kinç dirûnê vekir. Hevşaredara Ebaxê Suna Atabay diyar kir ku, ji îro û pêve divê jin bi rêxistin tevbigerin û komînên xwe bidin ava kirin û got, armanca ew e ku em civak bi jinê azad bikin.
*Jinên ku yekşem û çarşeman li Cihê Bazara Yenîşehîrê tezgahên xwe vedikin diyar kirin ku tên asteng kirin. Jinan daxwaz kirin ku ji bo wan jî qada aboriyê bila bê vekirin.
*Li Cizîrê bi armanca şermezar kirina tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê meşek were li darxistin. Jinên Cizîrê amadekariyê meşê tamam kirin û diyar kirin ku ew azadiya Abdullah Ocalan wek azadiya xwe dibînin.
*Endama DÎK'ê Seher Akçinar Bayar diyar kir ku divê demek beriya demekê dawî li pêvajoya êrîşan bê û wiha got: "Divê demek ji ya dinê zutir ji pêvajoya şer derbazî pêvajoya muzakereyan bibin. Ji ber tenê pirsgirêka kurd dikare ser masê bê çareserkirin û dawiyê maseye. Pêdiviya gelê kurd û gelên li Tirkiyê bi aştiyê heye. Kurd heya dawiyê li peyî vê daxwaza xwe ne."
