Li Nisêbînê herêmên bejayî tên bombakirin, daristan dişewitin
12:40
JINHA
MÊRDÎN - Li gundên Hebîsê, Çalê û Serêkaniyê yên Nisêbînê operasonên leşkerî hatin despêkirin. Di çarçoveya operasonê de ji ber bombabarana helîkopteran şewat derket.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê a ku her dem bi qirkirinan di rojevê deye di saetên serê sibê de operason hat despêkirin. Gundên Hebîsê, Çalê û Serêkaniyê yên 15 kilometreyan durî navenda Nisêbînê di çarçoveya operasonê de ji ber bombabarana helokompteran daristan tên bombabaran kirin û dişewitin.
Li herêma operasonê sewiqiyata wesayîtên zirxî
Di çarçova operasona serê sibê despêkirî de li gundê Bamîdê yê nêzî herêmê gelek wesayîtên zirxî hatin bicîh kirin. Hat zanîn ku leşkeran derdora gund girtiye. Dengê teqînên mezin û bombabaranê heya li navçeyê tê bihîstin.
(zd/zt)
