Ji salên 83'an heya niha tekoşînek ber bi azadiyê ve...

14:53

 


Hicret ÇİFTÇİ /JIMHA


WAN - Endama tekoşîna azadiyê û endama Koma Aştiyê ya 2'emîn Aygul Bidav, bi hemû jiyana xwe di hilbijartinên dema pêş ya li Navçeya Îpekyol a Wanê, weke berendama Şaredariyê ya BDP'ê hat helbijartin. Aygul diyar kir ku ew dixwazin baweriya jinan a bi wan û di jiyana wan de ronîbûnê bingehîn bikin û got: "Di her aliyê jiyanê de divê jin cîh bigirin. Di rêveberiyên herêmî de paradîkmaya azadiya jinan û ekolajiya demokratîk dê bingeh bigirin. Em dê di xizmetê  xwe yên Şaredariyê de nêzîkatiyek wiha ava bikin ku her kes xwe têde bibînin."


BDP'ê bi boneya hilbijartinên herêmî yên ku di 30'ê Adara 2014'an de bi şiara "Rêveberiya Cewher ber bi Nasnameya Azad" ve bikevin hilbijartinê, lez dan xebatên xwe. BDP'ê ji bo hilbijartinan Şaredariyan herî zêde berendamên jin li Wan û navçeyên Wanê nîşan da. Yek ji namzetên jin jî Namzeta Navçeya Îpekyolu ya Wanê Aygul Bidav e. Aygul Bidav yek ji kesên ku bi tekoşîna xwe ya bihêz rengeke ku ji aliyê raya giştî ve tê nasîn. Li ser banga Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ya ku ji bo çaresariya pirsgirêka kurd zemînek yê li hevkirinê bê ava kirin. Di 9'ê Cotmeha 1999'an de bi komek ji 8 kesan pêk dihat, ji Ewrupa tevlî bû. Piştî ku hatin Tirkiye yê bi hinceta "endama rêxistinêye" hat girtin û 6 sal di girtîgehê de ma û paşê derket. Aygul di nava salên demdirêj de weke aktîvîsta koma aştiyê cihgirtiye. Bi daxwazên gel weke berendama Serokatiya Şaredariya rêya Hevrîşîm ya ser bi Wanê hat hilbijartin. Aygul ya ku salên demdirêj di nava tekoşînê de mayî pirojeyên xwe yên ji bo Serokatiya Şaredariyê wiha vegot. Aygul diyar kir ku di temenekî pir biçuk de tevgera azadiyê nas kiriye. Aygul da zanîn ku di sala 1983'an de li gel hevjînê xwe Alî Ekber Bidav gava yekem avêtine nava tevgera azadiyê.


'Ez ji bo aştiyê hatim bi endamtiya rêxistinê hatim girtin'


  Aygul ya ku di qadên cuda de xebat birêve biriye û wiha axivî: "Ez di sala 1994'an de çûm Ewrupa. Dema ku ez li Ewrupa dixebitîm, di sala 1999'an de li ser banga Serokê PKK'ê Abdulah Ocalan di nava koma aştiyê ya ji 8 kesan pêk dihat de min cih girt û em derbazî Tirkiyê bûn. Li gorî ku min di koma aştiyê de jî cih girtî cardin jî bi hinceta "endama rêxistinê" hatim girtin. Piştî 6 sal di girtîgehê de mam serbest hatim berdan. Rola min li Tirkiye yê girêdayî çareser kirina pirsgirêka kurd bi ronakîbîrên tirkan re me hevdîtinan pêk dianîn. Em Formuman û Konferansan çêdikin. Di vê pêvajoyê de me Meclisa Aştiyê a Tirkiye yê ava kir. Di Meclisa Aştiyê a Tirkiye yê de di nava komên xebatê de min cîh girt. Heta 2013'an me xebat domand û di nava karên cuda de ez xwebitîm."


'Divê jin di her aliyên xebatan de cîh bigirin'


Aygul destnîşan kir ku bi hatina komên aştiyê re li Tirkiye yê zêdebûna girtinan ji bo pêvajoya çareseriyê tu sudê wê nîne. Aygul diyar kir ku ew fedekariya komên aştiyê nîşan dayîn ji nedîtîva lênêrîna wan rewşeke ku nayê pejirandine. Aygul da zanîn ku komên aştiyê hêj xebatên xwe di domînin û ew şanaze ku weke aktivistekî ya koma aştiyê ji bo berendamtiya Serokatiya Şaredariya rêya Hevrîşîmê hatiye helbijartin. Aygul bal kişand li ser rola jinan ya di tekoşîna azadiya Kurdistanê de û wiha got: "Bê goman ji nava tekoşîna jinan ya ku tevgera azadiya Kurdistanê avakirî hatin hestekî cudaye. Bi taybetî jî divê jin di hemû qadên tekoşînê de cîh bigirin. Ez jî bi vê nêrînê hatim Wanê. Bêgoman hem daxwazên gel û hem jî daxwaza rêxistinê ji bo min giringin."


'Emê pergala demoqratîk bingeh bigirin' 


Aygul diyar kir ku tevgera azadiyê taybetî bi rengê jinan re bûyîna yek mijarekî giringe. Aygul da zanîn ku bedel û keda ku jinan dayîn dixwazin bi hilbijartinên herêmî re nuneriya wê bikin. Aygul destnîşan kir ku ew dixwazin hemû Serok Şaredarên jin bi hev re xebatekî hevbeş bi rêve bibin û got: "Em hem dixwazin jin bawerî bi hêza xwe ya cewherî bîne, di jiyana xwe de ronîbînê çêkin û hem jî hêj zêdetir kur bibin. Ne jina ku di nava sîstemê de teşe girtî. Em dixwazin bingehê jiyana alternatif, aştîxwaz, û di heman demê de bi hêza xwe ya cewherî xwe rêvebirin pergaleke demokratîk bingeh bigirin." Aygul da zanîn ku di vê pêvajoyê de cara yekê dê bi sîstema hevserokatiyê bikevin helbijartinan ji ber wê jî kelecana wê dijîn. Aygul destnîşan kir ku hevserokatî sîstemeke nû ye û di hinek welatên cîhanê de hatiye karanîn û wiha domand: "Li Tirkiye yê jî tevgera azadiyê ev sîstem despê kir."


'Derfetê sîstema hevserokatiyê jî heye bibe xwediyê heman pergalê'


Aygul diyar kir ku di hemû Şaredariyan de avakirina pergala hevserokatiyê dê bibe sedem ku jin bikarin di hemû navendên civakê de xwe rehet bîne ziman û got: "Di vê pergalê de emê bikarin bibin xwediyê heman statoyê." Aygul da zanîn ku dê rêveberiya gelan û pir çandiyê bingeh bigirin. Aygul derbirî ku jin zêdetir dikarin vê bikin û wiha domand: "Weke hun jî dizanin endamên meclisan, di xala hevserokatiya jinan û rêveberiyên herêmî de tevgera jinan xwe di vê mijarê de peytandine. Di xebatên hilbijartinên herêmî de pirbûna serlêdanên jinan baweriya bi cewher û hêzê nîşan dide. Ev jî carekî dinê xwe peytandina jinan nîşan dide." Aygul da zanîn ku di salên despêka tekoşîna azadiyê de ji ber sazîbûna fewdalîzmê serdest bû jinan di gelek aliyan de zorî kişandin. Aygul diyar kir ku jinan gavên mezin avêtine û civakê jî pejirandine.


''Emê xebatekî hemû aliyan di nava xwe de bigirin bi rêva bibin'


Aygul diyar kir ku li gel civaka kurd li Tirkiye, Rojhelata Navîn û li gelek deverên cîhanê jinan xwe peytandine û got: "Jinan hem di aliyê çandîde û hem jî di aliyê siyasî de xwe peytandine." Aygul da zanîn ku dê paradîkmaya jinên azad û ekolajiya demokratîk bingeh bigirin. Aygul destnîşan kiri ku Rêya Hevrîşîm xwediyê ticareteke mezin û têkeleke qewiye, ji ber wê jî diyar kirin ku dê xebateke hemû kesîman û gelan bigirtin nava xwe bi rêve bibin. Aygul destnîşan kir ku dê xebatek ya Şaredariyê ya ku her kes xwe têde bibînin bimeşînin û got: "Li gel vê herî zêde biryara jinan ji bo me bingehe. Bi taybetî di aliyê bicîh kirina çandî û siyasî de jin afiran karin."


'Girêdayî jinan di aliyê afirandin û bikaranîna kar de'


Aygul diyar kir ku dê herî zêde cîh bidin projeyên jinan yên di aliyê afirandin û bikaranîna kar de, ji ber vê jî dê li gel meclisên taxan li yek yek malan bigerin. Aygul da zanîn ku dê pêşinyarên gel û taybetî jî pêşiniyarên jinan bingeh bigirin û li gorî wê projeyên xwe amade bikin. Aygul da zanîn ku di çêkirina her xebatê de dê pêşengiyê bidin bicîh bûna jinan û  wiha got: "Di vê neyê ji bîr kirin ku di gelek mijaran de Serok Apo jinên kurd û tevgera azadiyê aniye bi hev ve kirine yek û em anîne vê radeyê. Di vê mijarê de em jî silav û heskirinên xwe ji bo Serok Apo dişînîn." Aygul diyar kir ku îsal pirbûna serlêdana jinan ya ji bo berendamtiya Hevserokatiya Şaredariyan ji tevgera azadiyê ne qetandiye. Aygul da zanîn ku tenê ne li ser rêya Hevrîşimê li 14 navçeyan jinan cîh girtine û li gel van jî endamên meclisan jî hene. Di dawiyê de Aygul evane tev weke deskeftiyên tevgera jinan bin nav kir


(zt/pk)