ROJEVA 10'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00



*Navenda Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê ji bo zarokên Surê atoliyeya wêneyan daye despêkirin. Ji ber qedexeya derketina kolanan zarokên Surê nikarin beşdarî xebatên atoliyayê bibin. Xebatkara Navendê Kibar Suvarî got: "Em dixwazin zarokên ji zilma dewletê tiştek nedîtine bi wênekêşan kenên xwe bidin nîşandan."

*Li Colemêrgê çanda nanê tenurê û li ser tenurê suhbetên jinan xwediyê dîrokek gelek kevnareye. Aydê Temel jî salên demdirêje nanê tenurê dipêje. Aydê diyar kir ku ew li ber tenuran li gel nan pehtinê karên xwe yên dest û sohbetê jî dikin.

*Berdevka Rêxistina Yekîtiya Star û Endamê Komîteyê Amedekar yê Kongreya Suriya Demokratîk Nubuhar Mustefa derbarê pêk hatina Kongreya Suriya Demokratîk de nirxandin kir û got, "Armanca bingehîn a vê kongreyê projeyên çareseriya demokratîk li tevahî Suriyê pêşxistine."

*Jinên ku bi salan e li sûka sergirti ya bi navê Keda Destê Jinê esnaftiyê dikin diyar kirin ku sûk ji bo jinan bûye çavkaniyê debariyê. Jinan daxwaz kirin ku ji bo aboriya jinê divê qadên kar bên vekirin û derfetên kar bidin jinê.

*Endama DIK'ê Hacer Ozmen destnîşan kir ku, dewlet ji bo polîtîkayê çeteyên DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn pêk were berê wan daye axê Kurdistanê û wiha got, "Eger îro li Ferqîn Nisêbîn, Sur, Gever û Dêrikê polîtîkayê komkujiyê tê pêk anîn, tê wateya ku ev komkujiyane bi destê çeteyên DAIŞ'ê tê pêk anîn. Şerê li Kurdistanê wek jin em ê tu carî nepejrînin û em ê têkoşîna xwe li hember vê bilind bikin."