Li Sûudî Erebîstanê yekem buroya hiqûqê ya jinan hat vekirin
16:41
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûudî Erebîstanê yekem buroya parêzerên jin vebû. Ji bo di nava weletê xwe de mafê jinan biparêzin û bi taybetî jî dozên ku girêdayî jinan in bibin dadgehan buroya parêzerên jinan hat vekirin. Yek ji damezrênera buroyê Bayan Zahran bal kişand li ser giringiya tevîbûna parêzerên jin ya pergala darazê û diyar kir ku ew di wê baweriyê de nin ku dê ev buro di mijarên binpêkirinên mafên jinan de guherînekê bidin çêkirin.
Di cotmehê de li Sûudî Erebîstanê li hemberê qedexebûna wesayît xebitandina jinan çalaki hatin despêkirin. Piştre jî yek ji 4 jinên di lîsansa parêzeriyê de Bayan Zahran, di 1'ê çileyê de li Jeddahê, wekî yekemîn parêzera jin buro vekiriye. Di vekirina buroyê de berpirsên Sudiyê, rêveberên rêxistinên civakî, Serokê odeya ticaretê ya Jeddah ê Batterjee û bi hêjmarekî mezin kes amade bûn. Ji bo di welatê xwe de mafê jinan biparêzin û bitaybetî jî dozên ku girêdayî jinan bibin dadgehan bûroya parêzerên jin hat vekirin. Damezrênera buroya hiqûqê ya jinan Bayan Zahran da zanîn ku tevlîbûa parêzerên jin ya pergala darazê giringe û di wê baweriyê denin ku dê ev buro di mijarên binpê kirinên mafên jinan de guherînekê bidin çêkirin.
'Bi qasî jinan dê nuneriya mêran jî bikin'
Di welatekî ku têde gerêdayî mafê jinan agahiyek wiha giring hatî jiyan kirin de Bayan Zahran yekem buroya parêzerên jin vekir. Bayan Zahran diyar kir ku dê ji bo zêde kirina hêjmara parêzerên jin pêşengiyê bike. Bayan Zahran da zanîn ku di xebatên xwe de bi qasî jinan buro xizmet û nuneriyê ji mêran re jî bike. Bayan Zahran destnîşan kir ku di jiyana kar ya welat de ji sedan 20 jin mexdurên şert û mercên kar kirinêne û mafên wan tên binpê kirin. Bayan Zahran diyar kir ku ji bo ku di dadgahan de qedexeya li ser parêzerî kirina jinan bê rakirin, dê di despêka xebatên xwe de di nava sinorê parêzeriya malbatan kirinê de bidomînin, di dawiyê de Wezîrê Edaletê tu pirsgirêk dernexistin. Bayan Zahran herî dawî da zanîn ku di welatekî ku hiqûqa wan bi şerîetê tê kirin de, dê ji bo ku jin bibin xwediyê mafên xwe di her aliyî de pêşengiyê bike.
(zt)
