Di 100 salan de yekem seroka jin ya FED'ê Janet Yellen

08:36

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Senatoya ABD yê Janet Yellen seroka FED'ê helbijart û Janet Yellen hat hilbijartin. Bi vê yekê Yelen jina yekem serokatiya FED'ê kirî derbazî dîrokê bû.


Senatoya ABD'ê ji bo helbijartina serokatiya Navenda Banqa yê (FED) ji aliyê Serokê ABD'ê Barack Obama ve Janet Yellen berendam hat dîtin û di encama hilbijartinê de endamtiya wê hat pejirandin. Di Senatoyê de di dema hilbijartinan de ji ber hewayek nexweş hebû gelek kes tevlî nebûn û endambûna Janet bi 26 beramberî 56 dengan hat helbijartin. Di dengdanê de 11 senatorên Komar perest deng dan Janet. Ben Bernanke di dawiya mehê de dê karê xwe biqedine û paşê jî Janet, ya ku xwediyê taybetiyekî wihaye di 100 salan de jina yekeme bibe seroka FED'ê dê bê serî. 


Barack Obama girêdayî pejirandina serokatiya Janet ya FED'ê daxwiyaniyek da. Barack Obama di daxwiyaniyê de diyar kir ku dê ekonomiya ABD'ê ji resesyonan xelas bibe û bi pesindayîn qal kir û wiha domand: "Janet ji aliyê karkerên Emerîkayê ye. Dê xerc kirina zêde rawestîne û karanîna sîstema maliyetê rêkupêk bimeşîne. Ez emînim ku di vê sala nû de dê aboriya me baş bibe." Peywira Ben Bernanke yê 8 sal serokatiya FED'ê kirî di 31'ê çile ya 2014'an de bi dawî bibe û dê seroka nû Janet bibe seroka FED'ê.


(zt)