Nisêbîn ji bo cangoriyên xwe dimeşe

14:15

JINHA

MÊRDÎN - Cenazeyê 5 cangoriyên li Nisêbînî ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin bi beşdariya deh hezaran kesî merasîm hate lidarxistin. Di merasîma bi yek dengî dirûşema, "Tolhildan tolhildan" hat berz kirin û di meşê de axaftvanan balkişandin ser konsepta şer a li hemberî gelê kurd û diyarkirin ku divê herkes xwe li gorî vê yekê amade bike.

Cenazeyên 5 hemwelatiyên di encama êrîşên dewletê yên 4 rojan de hatine qetilkirin, bi konvoyekê ji Mêrdînê anîn Nisêbînê. Berî cenaze bên bi deh hezaran hemwelatî li Mala Şînê ya Taxa Şoreşê ya li Qada Newrozê kombûn. Cenaze li qadê bi dirûşme û tîlîliyan hatin pêşwazîkirin. Hevşaredarên Mêrdîn û navçeyên wê, rêxistinên BDP û HDP'ê Meclisa Dayîkên Aştiyê, KJA û rêxistinên civakî yên sivîl û bi deh hezaran kes tevlî merasîmê bûn. Tabûtên ku bi rengê kesk, sor û zer hatine xemilandin, li rex hev hatin danîn. Di merasîmê de dirûşmên, "Bijî berxwedana Nisêbînê", "Şehîd namirin", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan", "Tolhildan tolhildan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û weneyên kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin.

Komkujî bi yek dengî hate şermezarkirin

Ji erebeya anonsê strana Viyan Peyman a bi navê, "Way liminê" hate lêdan. Xizmên kesên hatine qetilkirin jî car car lorandin û li qadê hestewarî çê bû. Gel bi yek dengî, bi dirûşme û tîlîliyan êrîş, dorpêç û komkujiyên dewletê bênavber şermezar kirin. Zarok, jin, kal û pîr ji 7 salî heta 70'ê daketin qadan û komkujî şermezar kirin. Piştî nimêja cenazeyan hate kirin, Hevseroka Şaxa MEYA-DER'ê Semra Demîrel axivî. Demîrel balkişand ser konsepta şer a AKP'ê û wiha got: "Ev îro 8 meh e bi Rêber Apo re hevdîtin pêk nayê. Di çarçoveya konsepta şer de, şerek qirêj li ser gelê kurd dimeşînin. Li hemberî van şehîdan em xemgîn in û di heman demê de jî serbilind in. Heta li ser Serok tecrîd ranebe, gelê kurd jî dê xwe di bin tecrîdê de bibîne û li hemberî vê yekê têkoşînê bide. AKP'ê konsepta şer daye pêşiya xwe. Di rojeva wî de çareserî û aştî tune ye. Qebûlkirina hebûna kurdan û nasnameya kurdan tune ye. Heta tecrîda li ser Serokê me ranebe, em ê têkoşînê bidomînin. Tekane muhatap Birêz Abdullah Ocalan e. Divê tecrîd demildest bê rakirin û Ocalan bigihe azadiya xwe û bê nav gelê xwe. Ev daxwaza tevahiya gelê kurd e. Em ji vê daxwazê dest bernadin. Bila herkes vê yekê baş zanibe. Ev mesele ne mesela xendekan e. Ev meseleya îmha û înkara gelê kurd e. Dibêjin em dê zarokên we qetil bikin. Çekên giran li hemberî me bikar tînin. Divê herkese xwe li gorî vê amade bike. Li hemberî vê şerî em dê li dora Serok û şehîdên xwe bibin xelek."

'Serê gelê kurd sax be'

Jinbira Fehîme Akti, Kurdê Akti bi gotina, "Ew jî tevli şehîdên Kurdistanê bû. Bila serê tevahiya gelê kurd sax be" dest bi axaftina xwe kir. Kurdê ji tevahiya gelê kurd re sersaxî xwest û wiha axivî: "Xwişka şehîdan bû, diya şehîdan bû û niha bi xwe jî bo şehîd. Em ji vê riyê venagerin." Xwişka Fehîme Akti, Selîme Akti jî bi sersaxî xwestina ji gelê Kurdistanê re dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: "3 şehîdên me hene. Birê min şehîd bû. Apê min şehîd bû. Niha jî xwişka min şehîd e. Bila serê gelê me sax be. Ev 5 kes şehîdên me teva û şehîdên gelê kurd in. Înşalah tişta bi me dane kişandin bê serê wan jî. Xwedê kezeba wan jî bişewitîne."

'Em axa xwe bernadin'

Bavê Cudî Teber, Aydin Teber jî ev tişt gotin: "Niha şerekê li ser me dimeşînin. Dibêjin ji axa xwe û mala xwe derkevin. Em dê ji mala xwe derkevin biçin kû? Çima ew ji mala xwe ji welatê xwe dernakevin. Tên li malên me, me dikujin. Ez bangî hemû cihanê dikim, çima li hemberî vê zilmê bêdeng in. Zilmek mezin li ser me dimeşînin, zarokên me bi îşkence birîndar dikin û dikujin. Yên li hemberî vê zilmê direvin, namûs, şeref û hisiyeta wan nîne. Em dê li pişt zarokên xwe bisekinin."

Piştî axaftinan girseyê tabût girtin ser milê xwe û ber bi goristanên Hacilar û Ziyaretê ve dest bi meşê kirin.

(ekîb/rc)