Li Nisêbînê bi girseyî cenaze hatin defin kirin

15:17

JINHA

MÊRDÎN - Cenazeyên 5 kesên di encama êrîşên dewletê de jiyana xwe ji dest dane bi merasîmek heybet hatin oxir. Cenaze bi rêzgirtin û gotina Çerxa Şoreşê hatin definkirin.

Cenazeyê 5 kesên di encama êrîşên dewletê de hatin qetilkirin, li ber Mala Şînê ya Taxa Şoreş merasîm hate lidarxistin. Piştî merasîmê deh hazaran caneze girtin ser milê xwe û ber bi goristanên Hacilar û Ziyaretê ve dest bi meşê kirin. Girseya li Kolana 27'ê Gulanê meşan, bênavber sloganên, "Bijî berxwedana Nisêbînê", "PKK gel e gel li vir e", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Tolhildan tolhildan" avêtin. Di meşa wêneyên 5 kesên hatin qetilkirin, hatin hilgirtin de sloganên dilsoziya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û PKK'ê re hatin berzkirin.

Bi merşa Çerxa Şoreşê hatin definkirin

Dema korteja cenazeyê M. Emîn Înan, Fehime Akti, Mahsum Akdogan û Hakan Dogan hate Goristana Hacilarê hejmar derket zêdeyî 50 hezar kesî. Liser goristanê ji bo şehîdên demokrasiyê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Merşa Çerxa şoreşê hate gotin. Cenazeyên 4 cangoriyan di nav sloganan de hatin definkirin. Cenazeyê Cudî Teber jî li Goristana Ziyaretê hate definkirin. Piştî definkirina cenazeyan girse cardin bi heman sloganan heta Mala Şînê ya Taxa Devrîmê meşiya. Di dema meşê de jî bênavber ji wesayîta anonsê merşê şoreşê hatin gotin.

Di dema meşê de wesayîta zirxî ya bi navê kombra xwest bikeve nav girseyê. Girseyê bi tundî bertek nîşanda û wesayîta zirxî da ber keviran. Li ser berteka gel polîs bi lez û bez ji qadê dûr ket.

(ekîb/zt)