Aygul; ew siyasetmendarek, milîtanek û Serokek bû

10:31

 


WAN - Hevparên DOKH'ê ya Wanê bi boneya 3 jinên di 9'ê çileya 2013'an de li Parîsê hatîn qetilkirin bîranînek pêk anîn. Di bîranînê de Endama Hevşaredara BDP'î ya navçeya İpekyolu ya Wanê Aygul Bidav axivî û got: "Sakîne ji nava qirkirina 38'an ya Dêrsimê weke stêrkekê di biriqî. Yê ku tenê saetekê jî heval Sakîne dîtin ew dilê wê yê xweşik hema ferq kirine. Ew siyasetmendarek, milîtanek û Serokek bû. Sakîne, Fîdan û Leyla bûne dilê Kurdistan û tevahî cîhanê."


Hevparên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH),  ên Wanê bi boneya qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmendar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li Parîsê hatin kuştin şermezar bikin, li Solona Konferansê ya Navenda Çand û Hunerê a Nûda bîranîn hat li darxistin. Di bîranînê de endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Nûda, Berendama Hevserokatiya Şaredariya BDP'ê ya Wanê Hatîce Çoban, Endama Hevşaredara navçeya İpekyolu ya Wanê Aygul Bidav, Hevşaredara navçeya Artemêtê ya Wanê Rojbîn Sevîl Çetîn, endama MYK'ê Saadet Beceriklî, Hevserokê HDP'ê yê Navenda Wanê Esen Gunay û hêjmarekî mezin gel tevlî bûn. Di salona bîranînê de panqartên "Bi Jina azad berbi Serokatiya azad ve" , "Ji Rojavaya azad berbi Konfedralîzma demokratîk ve", "Bi Jina azad berbi netewa demokratîk ve", "Bila kujerên qirkirina Parîsê bên darezandin, bila sucdar bên darezandin" û "Ji Liberte berbi Saraya şoreşger ve" li gel wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, "Azadiya jinên kurd, sembola şoreşa jinên cîhanê" û wêneyê Serokê PKK'ê Abdulah Ocalan hatin hilawistin. Dîsa li salonê li derdora wêneyên 3'ê jinan find hatin pêxistin. Bîranîn ji bo 3'ê jinên siyasetmendarên kurd û hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bideqeyek rêzgirtinê despê kir.


'3'ê jin bûn dilê Kurdistan û cîhanê'    


Piştî rêzgirtinê Endama Hevşaredara BDP'î ya Navçeya İpekyolu ya Wanê û di heman demê de hevala Sakîne Cansiz Aygul Bidav axaftinek kurt kir. Aygul diyar kir ku roja 9'ê çile hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo jinên kurd rojekî tariye û weha got: "Sakîne, Fîdan û Leyla bûne dilê Kurdistan û hemû cîhanê." Aygul bal kişand li ser dîroka ku her 3'ê jin têde hatîn qetil kirin û da zanîn ku beriya qirkirinê 6 rojan cara yekê li gel Serokê PKK'ê Abdulah Ocalan hevdîtin hat kirin û got: "Ev qirkirinek li hemberî avakirina xweseriya demokratîk bû." Aygul bal kişand li ser demên ku bi Sakîne re derbas kirî û wiha domand: "Heval Sakîne di jiyanê de weke di pirtuka xwe de jî gotiye 'Jiyana min hemû şer bûye' bû. Ji zarokatiya xwe heya niha bi jiyanê re di nava şer de bûye."


 'Sakîne hemû jiyana xwe dabû tevgera azadiyê'


Aygul bibîrxist ku gelê kurd di gelek deman de rastî qirkirinên cuda hatine û wiha pêde çû: "Sakîne di qirkirina 38'an ya Dêrdimê de sitêrkek geşbû." Aygul destnîşan kir ku Sakîne "Jina çeleng" ya Dêrsimê ye û wiha got: "Sakîne beriya tekoşînê di bajaran de, paşê li çiya û herî dawî li Ewrupa dewam kir." Aygul diyar kir ku tevgera jinên kurd di nêrîna jinên cîhanê de tevgerekî giring tê dîtin. Aygul da zanîn ku tevgera jinên kurd ji bo jinên fars, tirk, ereb, ecam û hemû jinan bûye ronahiyek. Aygul bibîrxist ku 4 sal bi Sakîne Cansiz re jiyaye û wiya domand: "Yên ku tenê saetekê jî heval Sakîne dîtine hema ew dilê wê yê xweşik ferq kirine. We siyasetmendarek, milîtanek û Serokebû."


Di dawiya axaftinan de xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Nûda Hêvîdar Çakir helbesta bi navê "Oxirbe" xwend û cardin xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Nûda Emîna Aksoy jî helbesta bi navê "Eger ez li Parîsê bûma" xwend. Di demên xwendina helbestan de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Koma ku ji aliyê xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Nûda ve hatî amade kirin sitiran gotin û li piştî sitiranan jî bîranîn bidawî bû.


 (zt)