Li Colemêrgê jinek ciwan xwe ji şaneşîna malê avêt xwarê
14:29
Kanûn
11
/ 2015
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê ciwana bi navê Kader Kiliç xwe ji şaneşîna malê ya du qat avêt xwarê.
Li taxa Bulakê ya Colemêrgê ciwana bi navê Kader Kiliç a 17 salî di qata 2'emin a avahiyê de xwe avêt xwarê. Hat hînbûn ku Kader li gel dayîka xwe pevçûye, ji bo wê jî xwe di şandeşîna malê de avêtiye xwarê. Paşê jî Kader ji aliyê derdorê ve hat rakirina Nexweşxana Dewletê ya Colemêrgê.
Ji bo îfadeyê dayîka Kader birin Emniyeta Colemêrgê.
(zyd/zt)
