ROJEVA 12'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:14

*Ûmmûhan Ozal (62) yê ku li bajaroka Çîftehan a navçeya Uludag yê Nîgde yê dijî, fêkiyên ku ji baxçeyê xwe berhevdike li Edenê difroşe. Ûmmûhan diyar kir ku ew bêy ku xwe mûhtacê kesî bike têkoşîna jiyanê dide û bang li jinan kir ku aboriya xwe bi xwe avabikin kir.

*Parelmentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Dermirel li hember şidetên ser jinan her diçin zêdedibe û bê ceza mayîna wan diyar kir ku dê li hember daraz û pergalê tekoşînê bikin.

*Komisyona Ekonomiyê ya KCD'ê li Şaxê dixwazin jinan hîn zêdetir beşdarî nava xebatên aboriyê bikin. Di derbarê projeyê de Şengul Polan a ku di Komisyona Ekonomiyê ya KCD'ê de cîh digire diyar kir ku ew ji bo hîn zêdetir karê aboriyê birêve bibin dê perwerdeyan bidin despêkirin.

*Jinên Zanîngeha Stenbolê derbarê êrîşê alîgirên DAIŞ'ê wiha gotin, "Di hedefa zîhniyeta DAIŞ'ê de em hene. Ji ber vê em ê li kolanan û zanîngehê li hember vê zîhniyetê têkoşîna xwe bilind bikin. Em li hember vê pergalê xeta berxwedanê yê topyekûn dihûnin."