Endamê MP'ya DBP'ê Firat hate binçavkirin
12:28
Kanûn
12
/ 2015
JINHA
MÊRDÎN - Endamê MP'ya DBP'ê Firat Alokmen û hemwelatiyê bi navê Cengîz Erdem hatin binçavkirin.
Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Firat Alokmen û hemwelatiyê pê re yê bi navê Cengîz Erdem taxên di encama êrîşan de ziyan dîtin ziyaret kirin. Firat û Cengîz dema ji Taxa Firatê derdiketin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Derbarê sedema binçavkirinê, agahî nehatin girtin. Firat û Cengîz li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê tên girtin.
(ekîb/rc)
