'Sakîne, Fîdan û Leyla ji bo mirovahiyê têdikoşiyan'
17:23
Done Guzel/JINHA
PARİS - Li Senatoya Fransa yê bi boneya bîranîna 3 jinên siyasetmendar yên di 9'ê çileya 2013'an de hatîn qetilkirin konferansek hat li darxistin. Konferans bi mijara "Li hemberî qirkirina jinan tekoşîn" hat li darxistin. Di konferansê de ji rêxistina jinan ya Femmes Solidair ya Fransa yê Soad Baba Aissa axivî û got: "Ew ji bo wekheviya di nava zayendan de weke çalakiyek polîtik xistin di rêza yekem de. Sakîne, Fîdan û Leyla ji bo mafê jinan û mafê hemû mirovan tekoşîn dikirin. Dema ku vê dikin Femînizm ne yek utopya di heman demê de jiyanek ya alternatîf ya modela civakê bingeh girtine. Di bîranîna Sakîne, Fîdan û Leyla de konferansa ku hatî li darxistin di kesayeta wan de ji bo hemû ruyên qirkirinên li ser jinan derkevin holê emê navendek ya diyalogan ava bikin." Soad diyar kir ku jinên ku zindî di tekoşînê de têdikoşin, ji bo parastina mafê jinan berxwedanê dikin, ji aliyê dewletan ve divê bên parastin.
Li Senatoya Fransayê biboneya roja 9'ê çile ya 2013'an de yek ji pêşenga PKK'ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê hatîn qetil kirin konferansek hat lidarxistin. Konferans bi mijara "Li hemberî qirkirina jinan tekoşîn" hatin despêkirin. Di koınferansê de ji rêxistina jinan ya Femmes Solidaire ya Fransa yê Soad Baba Aissa da zanîn ku ji bo qirkirina li ser jinan bi dawî bibe divê jin li dijî şidetê bikevin nava tevgerê. Soad Baba Aissa destnîşan kir ku ji bo dawî li qirkirinên li ser jinan bê; rêya tekoşîn kirina qirkirinên li ser jinan li himberî êrîşên li ser 3 jinan hatî pêk anîn heta bê ronîkirin tekoşîn kirine.
'Gelo emê qirkirinê bi awayê cînayetekî normal binirxînin?'
Soad destnîşan kir ku bêdeng mayîna hikûmeta Fransa, di aliyê aktîvîtên mafê mirovan de gumana çêdikin û wiha got: "Em dikarin bêdengiya xwe biparêzin. Em li benda ronîkirina cînayetê bimînin emê di zagonan de bixeniqin. Em êşa malbat û hevalên wan li ber çavan bigirin, em dikarin vê cînayetê wehşiyeteke mezin binirxînin. Ev qirkirin ji aliyê polîs û meqamên dadgahan de ji rêzê kirin di aliyê parastina mafê mirovan û taybetî jî di parastina mafê jinan de hestên bêbaweriyê dide çêkirin. Em vê qirkirinê weke cînayetek ji rêzê bibînin yan jî weke înfazekê binirxînin? Çima em vê qirkirina siyasî weke ruyê nû yê qirkirina jinan binavdikin û dinirxînin?"
'Nêzîkatiya Fransa nayê pejirandin'
Soad diyar kir ku li hemberî qirkirina jinan di vê herî zêde mêr ji bo wekheviya jinan baldarbana, lê li hemberî qirkirina jinan em rastî nêzîkatiya dewletê ya lewaz hatin û wiha domand: "Girêdayî lêpirsîna ji bo qirkirina 9'ê çile ya li Parîsê nêzîkatiyên dewleta Fransa nayê pejirandin. Ev 3 jinên siyasetmendar Femenist û parêzvanên mafê mirovan kujerê wan nayê darezandin, ev yek li hember ked û berxwedana jinan înkar kirine." Soad li hem berî dewleta Fransa raya giştî kujer û hevkarên kujeran bang li rêxistinên jinan kir da ku hêj zêdetir tekoşîna xwe bihêz bikin û got: "Hemû hemwelatiyên me ji bo ji aliyê dewletê ve û amûrên dadgahê ve ronî kirina vê cînayetê û darezandina kujerên wan bibaldarî nêz bibin."
'Destlênedana qirkirina Parîsê getos îdeolajiye'
Soad da zanîn ku ev saleke li Fransa di serî de medya yên rêxistinên Feminist, meqamên dadgeran û meqamên polîsan, li hemberî qirkirina li ser Sakîne, Fîdan û Leyla hatiye kirin xwe ker kirine, bêdeng mane û got: "Em dikarin vê qirkirinê berevajî bizivirînin, em dikarin ji nedîtî ve bibînin. Ji bo jinan, Feminist, laik olduklarive û jinên milîtan mexdurbûna şidetêye."
Malbat, hevalên wan û rêxistina me li bemberî destlênedana 'geto ya îdeolajîk' ru bi rune. Ev li hemberî tekoşîna Feministan û jiyana wan bikar anîna înkarêye. Sakîne, Fîdan û Leyla jinên siyasetmendarin. Despêkê milîtanên kurdan û Feministanin. Di jiyana xwe de her dem di welatê xwe de û girêdayî şideta li ser jinan bi çalakiyên dihatin li dardixistin li her derê şermezar dikirin. Ev ruyê nû yê qirkirina li ser jinan qirkirineke li hemberî 3 nifşên milîtanên Femînîst yên kurd yên ku bi pirojeya xirakirina modela bavik salarî hedef hatibûn girtin. Ji ber vê jî hişmendî bûn û azadiya jinan asteng dikin."
'Ewan wekheviya zayendî weke çalakiyek polîtîk derxistin holê'
Soad da zanîn ku ewan guherîna newekhevî û deshelatiya mêr ya di nava civakê de hedef kiribûn û wiha got: "Lêgerînên wan yên zayendî weke çalakiyek polîtîk xistine dora yekê de. Sakîne, Fîdan û Leyla ji bo parastina mafê jinan û parastina mafê hemû mirovan têdikoşan. Ji bo demokrasiyê tekoşîn dikirin. Dema ku ev bê kirin Feminizim ne weke utopya weke alternatîf modelek ya civakî bingeh bigirin. Konferansa ku biboneya bîranîna Sakîne, Fîdan û Leyla hatî li darxistin, emê di kesayeta wan de ji bo hemû ruyên kujerên jinan bên dîtin navendek ya diyalogan ya hevbeş avabikin. Divê jinên zindî dixebitin û mafê jinan di parêzin ji aliyê dewletan ve bên parastin. Li hemberî qirkirina jinan divê dewlet tedbîrên polîtîk bigirin û li cihên ku jin dibin tehlîkeyê denin bên parastin. Rêxistinên me yên Feminist, li hemberî hemû awayên şidetê û ruyê qirkirnên jinan derkevin holê baldarbûnekî mirovane bingeh bigirin."
Soad Baba Aissa di konferansa ku li Senatoya Fransa pêkhatî de bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Heger dewleta bavik salafî û berpirsên dadgehê kujeran biparêzin û dest li wan nedin li hemberî jinan nikarin şidetê bidin rawestandin. Jinên ciwan û daxwaza jinan ya ji bo jiyanekî normal divê xwe weke sucdar hîsnekin. Şoreşek bê jin şoreşekî rezîle."
(zt/pk)
