Li Êlihê plîsan mudaxeleyî meşê kir
13:57
Kanûn
12
/ 2015
JINHA
ÊLİH - Li Êlihê polîsan êrîşî meşa gel a li hemberî qedexeyên derketina kolanan kirin. Hevserokê Navenda DBP'a Êlihê girtin binçavan.
Li Êlihê polîsan êrîşî meşa gel a li hemberî qedexeyên derketina kolanan kirin. Bi pêşengiya DBP'ê bi hezaran welatiyan li hember qedexeya derketina kolanan a berdewam dike ber bi Parka Ataturk ve meşiyan rastî mudaxeleyê hatin. Bi ava şid û gaza îsotê polîsan mudaxeleyî meşê kirin. Hevserokê navenda DBP'a Êlihê Mehmet Candemir girtin binçavan.
(zt)
