Li Kerboranê êrîş zêde bûn
14:17
Kanûn
12
/ 2015
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê ku qedexeya derketina kolanan duh hate îlankirin, êrîş dijwar bûn.
Piştî qedexeya derketina kolanan, li navçeya Kerborana Mêrdînê pevçûn berdewam dikin. Hêzên dewletê yên Taxa Safayê dorpêçkirin e, ji du aliyan ve êrîşan pêk tînin. Li navçeyê ligel dengê çekan, dem dem deqînên mezin pêk tên.
Ji ber qedexeya derketina ji derve têkildarî encamên êrîşan agahiyên zelal nehatin girtin. Ketin û derketina navçeyê jî bi temamî hatiye qedexekirin.
(ekîb/rc)
