Gundên Kerboranê li hember qedexeyê daketin kolanan

17:12

JINHA

MÊRDÎN - Ji ber topbaran û bombabarana ser navçeya Kerboranê li Taxa Safa agir bi malekê ke. Gundiyên derdorê ji bo rakirina dorpêçê ber bi navçeyê ve ketin rê di ketina navçeyê de hatin astengkirin.

Li navçeya Kerboranan Mêrdînê ya ku ji duh ve qedexeya derketina kolanan hatî qedexekirin her diçe êrîş giran dibin. Ji ber ku polîs nikarin têkevin taxan ji dur ve taxan topbaran dikin. Ji ber topbaran û bombabaranê li Taxa Safa agir bi malekê ket. Welatî ji ber bombebaranê nikarin mudaxeleyî agirê bi malê ketiye bikin. Ji gundên derdora Kerboranê yên weke Derêca, Mişte û Germero yê gundî ji bo rakirina xedexeyê û tevlîbûna berxwedanê ber bi navçeyê ve ketin rê, lê di ketina navçeyê de ji aliyê tîmên tayîbet û leşkeran ve hatin asteng kirin.

(mc/zt)