Jinên Wanê: Qirkirinên bi vî awayî nikarin çavên me bitirsînin

20:15

 


Hicret ÇİFTÇİ / JINHA


WAN - Rêxistinên jinan yên Wanê li hember qirkirina Parîsê bertekên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku di kesayeta Sakîne, Fîdan û Leyla de hemû jin hedef girtine û gotin: "Fransa, Tirkiye û dewletên dinê bila vê baş bizanin ku me hevalên xwe ji bîr nekirine. Ew di dilê me, ruh û mejiyê me de nin. Qirkirinên bi vî awayî nikarin me bitirsînin."


Di çileya sala derbasbûyî de yek ji qadroya pêşeng a PKK'ê Sakîne Cansiz jî di nav de 3 jinên siyasetmendarên kurd li Parîsê hatin qetilkirin, salek di ser qirkirinê re derbas bû. Li gorî ku salek li ser qirkirina 3 jinên kurd ên siyasetmendar re derbas bû jî bûyer nehatiye ronîkirin û kujer nehatine darezandin her ku diçe hêrsa jinên kurd bilin dibe. Girêdayî mijarê xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Nûde Zîlan Kizil axivî û diyar kir ku li gorî salek li ser qirkirinê re derbas bû jî hîna hikûmeta Fransa di vê mijarê de gavek navêtiye.


'Qirkirina hatî kirin qompilayek mezine'


Zîlan da zanîn ku ji derveyî girtina kesekê di aliyê raya giştî de tu tuştek nehatiye ragihandin û wiha got: "Di navenda Parîsê de qetil kirina 3 jinan tê wateya hemû jinên kurd û jinên Rojhelata Navîn hedef hatine girtin. Ev mesacek giringe." Zîlan destnîşan kiri ku qirkirina ku hatî jiyan kirin qompiloyekî mezine û wiha domand: "Di vê qirkirinê de gelek hêz bûne yek û di encama hevgirtina wan de bûyerek bivî awayî hat jiyan kirin. Li gorî ku gelek çalakî hatine kirin jî hêj ji aliyê hikûmeta Fransa û Tirkuyeyê ve tu daxwiyanî nehatine dayîn." Zîlan diyar kir ku ji bo ku failên 9'ê çile derkevin jin cardin li her derê li ser linganin û wiha berdewam kir: "Banga me ji bo hikûmeta Fransa û Tirkiyê bila hêzên li piş qomplayê aşkere bikin û darezînin."


'Ew di dil, ruh û mejiyên medenin'


Rêveberiya Meclisa Navenda Şaredariya Bajarê mezin ya Wanê Gulbahar Çimen jî diyar kir ku ronî nekirina qirkirinê ji ber ku destê hêzên navneteweyî di nav de hene û wiha got: "Destê gelek dewletan di xwîna hevalên me de hene. Hertim dixwazin li ser bûyerê bigirin." Gulbahar da zanîn ku ew destur nadin li ser bûyerê bigirin û diyar kir ku dê ji bo wê tekoşîna xwe bilind bikin. Gulbahar destnîşan kir ku ji roja qirkirin çêbûyî heta niha wan yek deqeyê jî qirkirin ji bîr nekirine û wiha domand: "Bila Fransa, Tirkiye û dewletên dinê baş bizanin ku me hevalên xwe ji bîr nekirine. Ewane di dil, ruh û mejiyê mede nin. Jinên kurd bi Sakîne re xwe naskirin. Ji ber heval Sakîne yek ji Pêşenga tevgerê bû. Qetil kirina 3 jinan tê wateya qetil kirina hemû jinên cîhanê."


'Qirkirinên bivî awayî nikarin me bitirsînin'


Gulbahar destnîşan kir ku heta qirkirin neyê ronî kirin jin dê her dem li ser lingan bin û wiha pêde çû: "Banga me ji bo hikûmeta Fransa bila polîtîqayên xwe yên qirêj derxînin holê." Gulbahar diyar kir ku heta qirkirin neyê ronî kirin dê êşa wan kêm nebe û wiha domand: "Armanca wan ya qetilkirina 3 hevalên me ew bû ku tirsê ji jinan re çêkin û jin hemû xwe ji tevgera jinan bidin paş. Bila her kes bizane ev qirkirine kî qirêj ya bipîlan û pirojeye. Qirkirinên bivî awayî nikarin me bitirsînin. Mirovên bi fikiri û nêrîna jiyana Sakîne pirin. Dema ku heval Sakîne tê bîra me, em dixwazin dunyayê hilweşînin."


'3 jinên şoreşger bizanabûn qetil kirin'


Girêdayî mijarê endama Meclisa BDP'ê ya navçeya Tuşba yê Eylam Altunli jî diyar kir ku qirkirina Parîsê ji bo jinan birînekî mezine û got: "3 hevalên me yên jin bizanebûn şehît xistin." Eylem da zanîn ku heta niha nedîtina berpirsê qirkirinê gumanan çê dike û Fransa tenê kesek girtiye, dixwaze bi vî awayî ser bûyerê bigire. Eylem balkişand li ser qirkirinên ku bi salane li ser gelê kurd tên û wiha domand: "Kurd herdem mirovên tên perçiqandin, tênkuştin û qetlikirinin. Em dixwazin demek beriya demekê fail diyar bibin." Eylem diyar kir ku bihevre bûna hemû jinan dê bibe sebeba derxistina failan. Eylam da zanîn ku ew ji hêza jinan bawerin û got: "Ji ber bi destê jinan avabûna Rojava heye. Hevalên me yên hatin qetilkirin, ji ber tekoşîn dikirin hatin qetil kirin."


Di 9'ê çile de li Parîsê listokek qirêj hat lîstin'


Hevseroka Meclisa BDP'ê ya Navçeya Tuşba yê Melahat İşiklar jî diyar kir ku ew dixwazin ev qirêjiya hatî jiyan kirin derkeve holê. Melahat da zanîn ku her dem jin ji aliyê zêhiniyeta deshilatiya mêran ve tên qetilkirin û got: "Bi qirkirinê re mesacek dan jinan. Em vê na pejirînîn. Ev vekiriye ku bi hevkariya Fransa û Tirkiye hatiye kirin. Ji bo ev derkeve holê em dinava xebatekî mezin denin, emê tekoşînê bidin û tucarî jê ve negerin û gav paşde ne avêjin."


(zt)