ROJEVA 13'Ê KANUNA 2015'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Dayîkên Aştiyê yên Colemêrgê diyar kirin ku ew piştevaniya dayîkên di nava berxwedanê dene dikin.

*Xwendekarên Zanîngehê ên ku xwedî li îlankirina rêveberiya xweser yê li Kurdistanê dertên gotin, "Xwerêveberinên ku gel li Kurdistanê îlan kirine, hewldana rêxistinkirina jiyanek nûye. Li hember duberabûna jiyanê gel gavên şênber davêjin."

*Parêzvana mafê mirovan Parêzer Eren Keskin ji ber ku girêdayî Ugur Kaymazê 12 salî bi 13 guleyan li Qoserê hatî qetilkirin axiviye rastî 10 meh ceza hat. Eren got: "Dema ku mirov rewşa ku niha Tirkiye dinavê dene difikire tê dîtin ku dê daraz cezayê hatî dayîn erê bike. Lê ez bi ti deveran de naçim û hezê her dem polîtîkayên dewletê yên qirêj bînim ziman. Ezê heya azadiya fikir û ramanê tekoşîna xwe berdewam bikim."

*Bi salane keda destê jinan li hember hilberînên fabrikasyonan li ber xwe didin. Jinên Erdişê diyar kirin ku ew bi hunera destê xwe debara mala xwe dikin.