Salê 47 hezar jin,ji ber zarokrakirina bê tendûrîstî, jîyana xwe ji dest didin
19:54
Ayshegul Ertash - JINHA
WASHÎNTON - Sazîya Guttmacher di encama lêkolînên xwe yên li ser zarokrakirinê de dîyarkir kû salê nêzî 47 hezar jin,ji ber zarokrakirina bê tendûrîstî jîyana xwe ji dest didin.
Sazîyê balkîşand kû ev mirinên pîştî zarokrakirinê, gelenperî li Afrîkayê û Latîn Amerîkayê pêktên.Li gorî Guttmacherê, di cîhanê de 222 mîlyon jin naxazin zarokan bînin dînyayê.Lê destxistina metodên modêrn, ên ku pêşîya dûcanîbunê digirin,gelek zehmet e.Li gorî texmînên sazîyê, dema metodên ji bona pêşgirtina ducanîyê û plan sazkirina malbatî bête cih,dê hejmara dûcanîya bê qontrol, ji 80 mîlyonê bikeve 26 mîlyon a.
Zarokrakirina di bin şert û mercên giran û bê qontrol dibe sedema komplîkasyona û du re jî dibe sedema mirina jîna.
Ji bilî wê jî Guttmacherê li gel Koma Tendurîstîyê a Cîhanê lêkolînek kir û dawîya lêkolînê de derket holê ku,zarokrakitina di bin şert û mercên xeter de herî diçe zêde dibe.
Sazîyê dîyarkir kû zarokrakirina bê tendûrîstî ji taxmînan zêdetir e û got di sala 1995 de sedî 44 bû, lê di sala 2008 de ev hejmare gîhîşte sedî 46 an.2008 an heta nihajî ev zêdebûn gihîştîye sedî 26 an.
Sazîya Guttmacher, 4 sal pêşîya nihe hatîye avakirin û li ser analîzên polîtîk, pêkanîna ramanên nû,li ser pêşveçûna programên ji bona tendûrîstî û mafên zayendî û zayînê dixebite. Armanca sazîyê a hevpar eve kû di cihanê de, ji bona hemû mirovan, standartên tendûrîstîya zayendî û zayînê bilind bike.Di sala 2009 de Guttmacher,bi alîyê Koma
Tendûrîstîyê a Cîhanê û Koma Tendûrîstîyê a Pan Amerîka ve ji bona tendûrîstîya zayînê wek Navenda Hevkarî a fermî hatîye bangewazkirin.
(hp)

